Partiya Sosyalist a Kurdistanê PSK bi minasebeta qetilkirina Emin Îsa di bin îşkenceyê de daxûyaniyek ragihand. PSK qetilkirina Emin Îsa bi tundî şermezar dike.
Daxûyanî:
Em bi tundi kuştina Emin İsa mahkum dikin
Bi gor ragihandina malbatê û raporê pizişk, xortekê Kurd Emîn Îsa, ku endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê–Sûriye (PDK-S) ye, li Kurdistana Rojava dı girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di bin işkence da hatiye kuştin.
Kuştina Emin Îsa berdewamiya siyaseta têda û zordariya a PYD-YPG a derbareyê opozisyonê ye, binpê kirina mafên demokratik e.
Siyaseta hanê xizmeta doza Kurd a reva nake, ziyanbexş e.
Emin Îsa di demekê usa da bi şiveyê ne mirovî tê kuştinê, ku bala birûrayê giştî ser vê navçeyê ye û gel benda destpêkirina giftugoyê lihevhatina ENKS û PDNKê ye.
Em bi tundi kuştina Emin İsa mahkum dikin û daxwaz ji karbidestên Rêveberiya Xweser û berpirsên PYD dikin, ku li ser lêkolina kuştina Emin micid bin û tawanbaran û encamê lêkolinê bo birurayê Kurd rabigihinin.
Em serxweşiya xwe pêşkeşê malbata Emin Îsa û partiya wî dikin û şirikê xema wan in.
01.07.2021
Ofîsa Çapemeniya
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan