Polîtîk

Em bi dil û can pişgiriya kurdên Suryê dikin

Ji bo Raya Giştî

Digel ku %12-14yê nifûsa Suryê ji Kurdan pêk tête, li Suryeyê hema hema Kurd ji hemû mafên xwe yên sîyasî û etnîkî mehrum in. Di sala 1963ê de piştî ku Beasîyan desthilatdarî bi dest xistin, li ser bingeha şovenîzm û nijadperesiya erebî li hemberê kurdên li Suryeyê polîtîkayeke dijwar a erebkirinê tetbîq kirin. Digel ku nifûsa kurdên li Suryeyê, ji nifûsa gelek mîrnişîniyên erebî û Filîstinîyên ku di rojeva dinyê de ne zêdetir e. Xaka kurdên li herêma Cizîrê bi zorê ji wan hate girtin, eşîrên çekdar ên ereb li vê derê hatin bicîkirin û li seranserê sînorê Tirkiyê “Kemera Erebî” hate çêkirin. Di encama tetbîqkirina vê sîyasetê de, hemû mafên sîyasî û kulturî yên kurdan hatin qedexekirin û nêzîkê %15yê nifûsa kurdan jî mafê hemwelatîyê ji bo wan nehate dayin. Rejîma Beasê, bi vê awayê, poltîtîkayên xwe yên erebkirinê hetanî îro domandin.

Bêguman tenê kurd neketin ber xezeba şovenîzma ereb û rejîma Beasê, bîzathî beşeke girîng ê civaka ereb, grubên etnîkî û dînî yên din jî dem demana ketin ber bayê zumla wan. Rejîma Beas, nêzîkê 50î sal e ku  zulimê li gelê Ereb û Kurdên Kurdistana Suryê dike û xwîna wan dirijîne. Ew ji aliyê hiquqî û sîyasî ve  gunehbarê vî xwînrijîyê ne. Îro jî li hemberê rejîma totalîter a Beas, serhildaneke gelêrî dest pê kirîye.

Qonaxa ku îro em têde ne, êdî nemimkune ku rejîma Beas û serokê wê Beşar Esad keribin hebûna xwe berdewam bikin. Êdî dawîya rê xuya dibe. Biryarên ku ji bo lawazkirina rejîmê, ji aliyê Yekîtiya Ereban, Tirkiye, DYA û welatên Yekîtiya Awrupayê ve hatine gritin û gengeşîkirina pêkanîna Herêmên Parastî, nîşan mudaxaleyeke navnetewî û herêmî ne. 66 sal li ser damezirandina Yekîtiya Ereban derbas bû û cara yekemîn e, ku ji bo endamekî vê Yekîtiyê biryarên sîyasî û aborî yên wisa têne girtin û tetbîqkirin.

Biryarên ku hatine girtin û têne tetbîqkirin, nîşana destpêka nêzîkbûna dawîya Rejîma Beas û Beşar Esad in. Heman demî muhalefeta(opozîsyona) Suryê jî, di têkilîyên navnetewî de, êdî wek muhatabek meşrû tête dîtin. Lêbelê muhalefetê hetanî vê gavê di derbarê Suryeya piştî Beşar Esad de, bernameyeke siyasî ya aşkere dîyar nekirîye yan jî bernameyekê wan ê wisa nîne. Di şertên îroyîn de, yekgirtin û ahengek di navbera muhalefeta Erebî, Kurdî, Durzî, Xirîstiyan û grubên etnîkî û dînî yên din de nîne. Hetanî îro ji alîyê muhalefetê ve polîtîka û projeyek ku azadî û mafên sîyasî, etnîkî, komelî, dînî-mezhebî yê van gruban di çarçova yasa esasî de li ser bingeha wekhevîya alîyan û di bin garantîya hiquq û saziyên navnetewî de nehatiye dîyarkirin. Herweha di sîstema sîyasî ya nû ya Sûryê de, rewş û statuya sîyasî ya van gruban dê çi be? Ne dîyar e û daxuyaniyek di derbarê vê yekê de nehatiye dayin.

Biryarên ku ji alîyê Meclîsa Niştimanî ya Kurd li Suryê ve hatine girtin û belavkirin, dîyar dikin ku kurd li hemberê muhalefeta ereban biguman in. Ji bo vê yekê, di bendekî biryarên Meclîsa Niştimanî ya Kurd de weha hatiye gotin “Ger ku hevbendên oposîzyona Sûriyê (Ragihandina Şamê, Encûman Niştimanî û Komîteyta Hevkar) belge û biryarên kongireya kurdî nepejirînin, partiyên kurdî yên di wan hevbendan de wê di hindirê 2 mahan de ji wan hevbendan vekşên.” Ji ber vê, divê Konseya Niştimanî ya Suryê û grubên din yên Opozîsyona Suryê, polîtîka xwe ya derbarê kurdên li Suryê, bi awayeke zelal aşkere bikin.

Ji bo ku di Suryeya dahatû de îstiqrar bibe û demokrasî bicî bibe, divê gelên Suryeyê di şertên azad û demokratîk de, li ser bingeha mafê temsîla wekhev û rizamendîya terafan(alîyan), dahatûya xwe bi îradeya xwe dîyar bikin.

Di encamê de, birayên me yê kurdên li Suryeyê di roja 27/10/2011 de bi beşdarbûna deh(10) rêxistinên cûda, şexsîyetên serbixwe û ciwanên çalakvan ên Kurdistana Suryê Kongireya Niştimanî ya Kurd li Suryê hate girêdan û di dawîya Kongirê de Meclîsa Niştimanî ya Kurd li Suryê hate hilbijartin. “Ji bo çareserîya mesela miletê kurd li Suryê, biryara mafê çarenûsiyê” ji aliyê Meclîsa Niştimanî ya Kurd ve hate qebûlkirin. Em vê biryarê pir girîng dibînin û ji dil û can piştgirîya wê dikin.

Bi dîtina me, ev biryarên ku hatin qebûlkirin û belavkirin, wê bibin pêngaveke pir girîng û dîrokî ji bo pêşketin û bidestxitina  mafên netewî yên mileta Kurd li Suryê. Hêvîya me ev e, ku Meclîsa Niştimanî ya Kurd li Suryê, bi beşdarbûna grub û unsûrên din jî bihêztir û serkevtî be.

04.12.2011
Komîteya Piştgirîya Kurdên Li Suryeyê

Back to top button