Em berpirsiyarê Kurdistana Başûrin ne PKK

0
10

 

Rûdaw: Hûn tevlî civîna serokên hikûmetan bûn li Dubeyê. Di wê civînê de behsa 50 salên bê yên wî welatî hat kirin. Kurd çi fêr bû ji wê civînê?

Nêçîrvan Barzanî: Serokwezîrê Îmaratê birêz Şêx Miheme em vexwendibûn wê konferansê, em jî tevlî bûn. Bêguman ji bo me firsendek bû ku em di wê konferansê de tiştan ji ezmûnên wan welatan fêr bibin. Ji ber ku wan welatan kêm-zêde di rewş û qonaxeke mîna me re derbas bûne û di gellek waran de karîne xwe pêş bixin.

Ji bo me jî firsendek bû ku hevkarên min di kabîneya hikûmetê de tevlî civînê bibin û ez bi xwe jî tevlî hinek panêlan bibim, da ku zêdetir fêr bibin. Em hêvîdar in bikarin ji ezmûnên wan welatan li Herêma Kurdistanê mifayê bibînin.

Li kêleka vê yekê, me hinek hevdîtinên fermî jî kir bi rayedarên Îmaratê re; em bi Şêx Mihemed bin Zayid, bi Wezîrê Derve re bi Mihemed bin Raşid re rûnên. Me di wan hevdîtinan de jî zêdetir behsa rewşa deverê, Iraq û Kurdistanê kir.

Helbet têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê kevn in û nû nînin. Danûstandinên me yên bazirganî pir in. ew li Herêma Kurdistanê projeyan bicîh tînin. Yek ji mijarên hevdîtina me digel rayedarên Îmaratê jî têkiliyên bazirganî bû.

Rûdaw: We di wan hevdîtinan de çi tiştekî nû ji îmaratiyan bihîst? Ji ber ku berdevkê hikûmeta Îmaratê got, Herêma Kurdistanê ji bo Îmaratê pir girîng e.

Nêçîrvan Barzanî: Birastî ew pir hez dikin alîkariya me bikin. Dibe hinek yekser be hinek jî bi rêya Bexdayê re be. Hinek caran arîşe derdikeve lê min hest kir ku Îmarat dixwaze di hemû waran de alîkariya Herêma Kurdistanê bike. Di warê berhemanîn û bazirganiyê de jî Îmarat yek ji wan welatan e ku li Herêma Kurdistanê pir aktîf e.

Rûdaw: Di civînê de Îmaratê digot dê çend salên din tenê %6ê bûdceya me ji firotina petrolê be. Gelo Herêma Kurdistanê dikare çawa ji vê yekê mifayê bibîne?

Nêçîrvan Barzanî: Sektora pîşesaziyê li Herêma Kurdistanê heta bêjî nû ye. Çend sal in me dest pê kiriye. Beri li welatê me qet jêrxana petrolê tinebû. Bêguman eger welatek her tiştê xwe bi petrolê ve girêbide metirsiyek mezin e. Lê ya girîng ew e ku mirov petrolê ji bona avakirina jêrxana aborî bikar bîne. Çimkî bûdceya ku ji Bexdayê tê tu nikarî pê wê bûdcê welatekî wêran ava bikî û hemû arîşeyan çareser bikî.

Helbet divê mirov ji dahata petrolê sûdê bibîne bo avakirina jêrxana aborî ya welat ji bo ku welat tenê pişta xwe bi petrolê ve girênede. Ma van welatan jî heta Îmaratê jî ku dest bi vê qonaxê kiriye, destpêkê tenê pişta xwe bi petrolê ve girêdaye lê niha tenê %35-%40 pişta xwe bi petrolê ve girêdide. Çimkî êdî bazirganî, xizmetguzarî û tûrîzmê bûne çavkaniyên serekî yên dahata Îmaratê. Bêguman mirov dikare ji vê yekê sûd bibîne lê em hîn di qonaxa destpêkê de ne, hîn ji bo me pir zûye ji ber ku nû dest bi pîşesazî û jêrxana petrolê kiriye.

Rûdaw: Çima dewletên erebî yên Kendavê wiqasî girîngiyê didin Herêma Kurdistanê?

Nêçîrvan Barzanî: Ew hez dikin girîngiyê bidin hemû Iraqê ne tenê Herêma Kurdistanê. Lê bêguman eger em berê xwe bidin dîrokê tê dîtin ku Herêma Kurdistanê kariye di heyama çend salên borî de bibe aktoreke aramiyê li deverê, ew jî vê yekê dibînin. Ji ber wê jî hez dikin pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re baş bikin. Ev, bi sûda Herêma Kurdistanê ye jî.

Rûdaw: Wê demê çima heta niha Herêma Kurdistanê nûnertiya xwe li Îmaratê venekiriye?

Nêçîrvan Barzanî: Bêguman em wek hikûmeta Herêma Kurdistanê di wî warî de xemsar bûne. Pirraniya karên Herêma Kurdistanê li Îmaratê, ji aliyê sektora taybet ve tên kirin. Lê em difikirin ku nûnertiya xwe ya bazirganiyê li wir vekin.

Rûdaw: Bûdceya Herêma Kurdistanê herî zêde pişta xwe bi firotina petrolê û bûdceya ku ji Bexdayê tê ve girêdide. Rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê jî aloz bûye. Arîşe çiye û çima heta niha Bexdayê pere nedaye Hewlêrê?

Nêçîrvan Barzanî: Li gorî min meseleya me û Bexdayê ew nîne ku navbera me de nakokî heye, mesele ew e ku Bexda dixwaze arîşeyan derxîne. Ka ez wiha bêjim; dema em çûn Bexdayê me rêkeftin îmze kir me soza hinartina 150 hezar bermîl petrol bicîh anî. Di destpêka sala 2015an de me û Bexdayê wisa li hev kiribû ku em rojane 300 hezar bermîl petrol ji wan bistînin û li Herêma Kurdistanê jî rojane 250 hezar bermîl bidin wan ku hemû dike 550 hezar bermîl. Lê wan du hefte piştî rêkeftinê wisa nîşan dan ku me sozên xwe bicîh neaniye û ev yek pir mezin kirin. Me ji wan re gotiye ku nabe hûn her roj hesabê bermîlan bi me re bikin çimkî hinek caran ji ber pirsgirêkên teknîkî rojane 100 hezar bermîl diçe, ev pirsgirêk teknîkî ye ne siyasî. Lê bêhna wan fireh nîne û dibêjin, Herêma Kurdistanê guh nade me û zêde petrol difroşe û rêkeftinê binpê dike.

Min li Bexdayê jî ji wan re got, min eşkere ji wan re got, em tenê wê pişka ku di rêkeftinê de hatiye ziman, dişînin derve. Ev jî sedemên wê hene. Me sala 2014an gellek pere deyn kiriye ji şîrketên biyanî lê divê em wan deynên xwe jî bidin. Çimkî me mûçeyê gelê Kurdistatnê daye. Me mûçe çawa dabîn kiriye? Me ji şîrketan deyn standiye û em neçar in niha jî bidin.

Rûdaw: Herêma Kurdistanê dikare niha rojane zêdetirî 400 hezar bermîl petrol bişîne derve?

Nêçîrvan Barzanî: Belê, dikare…

Rûdaw:  Wê demê çima Bexda 250 hezar bermîlan nade û vê mesele xilas nake?

Nêçîrvan Barzanî: Piştî ku birêz Adil Ebdulmehdî (Wezîrê petrola Iraqê) hat me bernameya hinartina petrolê da wî. Me jê re got ku emê di heyama salekê de ewqas petrol bişînin. Lê pereyê Iraqê tine ji ber ku Iraq di nav kirîzeke mezin a darayî de ye.

Rûdaw: Pereyê Iraqê kude çûye û kê biriye?

Nêçîrvan Barzanî: Kes nizane pereyê Iraqê kude çûye. Divê ew bixwe bizanin. Di dawiya sala 2013an de nêzîkî 18 milyar dolarê Iraqê di sindoqa DFI de hebû. Niha milyarekî Iraqê î tine û erzanbûna nirxa petrolê jî pirsgirêk mezintir kiriye. Min ji Bexdayê re pêşniyar kir ku eger baweriya we bi Herêma Kurdistanê nayê wê çaxê bila sê meh sê meh pişka petrola hinartî were hesibandin. Lê hema ji roje yekem û hefteya yekem gotin ji ber ku we ev nekiriye em pere nadin. Ev, di warê aborî de ti wateya wê tine.  

Rûdaw: We ev pêşniyar pêşkêşî Bexdayê kiriye?

Nêçîrvan Barzanî: Belê, me bi rêya Dr. Roj Nûrî Şawês re ev pêşniyar ji Bexdayê re şandiye.

Rûdaw: Bersiva Bexdayê çi bû?

Nêçîrvan Barzanî: Ezê bixwe herim Bexdayê. Em wek Herêma Kurdistanê girêdayî wê rêkeftinê ne û em dixwazin rêkeftin bicîh were. Ji ber ku ev rêkeftin bi sûda her du aliyan e. Yek ji mijarên serekî yê hevdîtina me û birê Serokwezîr Heyder Ebadî dê ev be. 

Rûdaw: Em hinekî jî li ser şerê DAIŞê bipeyîvin. Niha DAIŞ çiqasî li ser Herêma Kurdistanê tehdîd e?

Nêçîrvan Barzanî: Di destpêkê de şerê DAIŞê şokek mezin bû ji Herêma Kurdistanê re. Hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê destpêkê li ser vê yekê hevnêrîn bûn ku divê em xwe ji vî şerî dûr bigirin. Lê ji ber vê siyaseta DAIŞ hat pêsîra Herêma Kurdistanê girt.

Helbet li gorî min ev şok hîn xilas nebûye. Îro hûn dibînin ku li hemû eniyên şer hêzên Pêşmerge, Asayiş, Polîs, xwebexş şer dikin û însiyatîf zêdetir di destê hêzên Kurdistanê de ye. Eger berxwedan, qehremanî û xwîna wan ezîzan nebûya niha rewşa Herêma Kurdistanê curekî din bû. Lê karê ku niha DAIŞê dike tenê dixwaze derban lêxe ne here deverekê bigire, ji ber ku êdî DAIŞ nikare cihekê bigire û bernede. Lê heta niha jî dikarin êriş bikin.

Rûdaw: Em dikarin bêjin heybeta DAIŞê bi destê Pêşmerge hat şikandine?

Nêçîrvan Barzanî: Bi baweriya min, ew hêza ku karî li ser erdê şerê DAIŞê bike û derban lêbide tenê Pêşmerge bû. Bêguman Pêşmerge kariye heybeta DAIŞê bişkêne. Tu bi xwe li wan deran bûy, girtina wan deveran bi dev xweş tê gotin. Tu li Şingalê bûy û te dît, ew karê ku hatiye kirin tiştekî pir mezin e, li Şingalê, li Celewlayê, li Seidiyê, Kerkûk, Mexmûr û Guwêrê û li hemû eniyên şer.

Rûdaw: Serokê Fransayê François Hollande pêşwaziya du rayedarên jin ên kurd ên Rojavayê Kurdistanê (YPJ û PYD) kir. Hûn li ser vê yekê çi dibêjin? 

Nêçîrvan Barzanî: Em ji vê yekê pir kêfxweş in ku pêşwazî li hêzên kurdî bê kirin. Em birastî pişta wê xebata ku îro kurd li Sûriyê dikin, digirin. Gotina me ji bo wan ew e: Bibin yek û bi hev re bin, firsendê bidin aliyên din jî bila bi we re kar bikin.

Têgihîştineke xelet çêbûye. Bi taybet ez hez dikim vê yekê bêjim ku wisa tê nîşandan ku PDK dujminatiya wan dike. Berovajî, dema şer derbasî Kobanî bû. Me û Serokê Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe da ku Amerîka û Tirkiyê razî bikin ku bihêlin em hêz bişînin bo alîkariya Kobanî. Me hêz şand û alîkariya wan jî kir.

Mixabin hinek alî dixwazin van tiştan li dijî PDKê bikar bînin lê em piştgiriya xebata Kurdan li Sûriyê dikin. Li wir her serkeftinek me kêfxweşî dike. Gotina me û Serokê Herêma Kurdistanê û hemû aliyên din ji bo wan ew ku bibin yek û rê bidin aliyên din jî ku bi we re kar bikin.

Rûdaw: Têkiliyên PDK û PKKê çawane?

Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên me û PKKê normal in û ev jî heqîqet e. Dibe li ser hinek tiştan nakokiyên me hebin lê pêwendiyên bi PKKê re heye, em bi wan re hevdîtin dikin û karên me pir normal ji rewşa ku di medyayê de tê behskirin, dimeşin. PKKê hêzek e lê meydana xebata me û PKKê cuda ye. Li Herêma Kurdistana Iraqê em berpirs in, ev bar û berpirstiî ne yê PKKê ye û divê PKK jî vê yekê bibîne.

 

Nerîna min :