Dosya

Em behsa serweriya xwe dikin, bila ew jî behsa xiyaneta xwe bikin!

Serokê gruba PDKê yê parlamentoya Kurdistanê ragehand, ku partiya wan di propaganda hilbijartina de tenê behsa serweriya xwe dike.Îro 20.09.2018ê namzedê hejmara 50.mîn ê lîsteya PDKê yê 183 Umêd Xoşnaw di bangeşeya helbijartinên dema pêncem a parlamentoya Kurdistanê de ragehand, serok Mesûd Barzanî daxwaz kiriye, bangeşeyê bi aramî û bê teşhîr birêve bibin û hemû endam û namzedên PDKê jî pêbendî rênmayiyan bin.Umêd Xoşnaw ragehand, namzedên PDKê di helmeta bangeşeyê de tenê behsa serwerî, xebat û qurbanîdana partiya xwe dikin û ew kes û aliyên ku di bangeşeyê de dijatiya PDKê dikin jî bila behsa xiyaneta xwe bikin.Xoşnaw got, partiya wan pêgeha demokrasiyê ya herî bihêze li Kurdistanê û daxwaza helbijartinê dema dike jî, careke din lihev kirinê li ser mafên xwe nake û erkên ku beşa wê partiyê bin dê nede ti aliyeke din.

Back to top button