Em 25 salîya raperina Başûrê Kurdistanê pîroz dikin
Îro, 25 salîya raperîna başûrê Kurdistanê yeDi 5ê Adara sala 1991 de li bajarokê Ranyeyê, ciwanên Kurdistanê li hemberî rejîma Sedam Husên serî hildan û piştî çend saetan Ranya ji destê Baesiyan hate rizgarkirin.Piştî rizgar kirina Ranyayê, pêla serîhildanê li temama Başûrê Kurdistanê belav bû. Paşê Hewlêr, Silêmanîye û Dihok hate rizgar kirin. Û bingeha Dewlet Federe ya Başûrê Kurdistanê hate danîn.Ew raperîna ranyayê îro bûye raperîna li himber DAIŞê, li himber hemû dijmin û xêrnexwazên gelê Kurdistanê.Raperîna Başûrê Kurdistanê îro bûye meşa serxwebûna Başûrê Kurdistanê.Em di 25 salîya raperînê de, hemû gelê xwe pîroz dikin. Bi yekgirtin û hemahengîya hemû hêzên sîyasî , bi rêberîya Serokê Herêma Kurdistanê, ya Parlamento û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê em piştgirîya serxwebûna Kurdistanê dikin. 05.03.2016Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê