PolîtîkRojev

Elî Ewnî: Dawiya xelîfe, ji ya Sedamî çêtir nabe

Siyasetmedarê Kurd Elî Ewnî li ser rûpela xwe ya facebookê peyamekê di derbarê Mîratê Osmaniyan de belavkiriye û dibêje: Di bîrdanka gelên bindestê Osmaniyan ji bilî qazox û bertîl û xawe û zêre ser û mişkane û qutan û talana wan bi destê Yenîçêrî û Qizilbaş û karbidestên wan, tiştekî din nîne.

Eger xelafeta şeş sed saliya Osmaniyan baş bûya, gelên bindestê wan da, wê bergiriyê lêbikiran û nedihêlan perçe bibe.

Niha jî reftara mîratgirên Osmaniyan bi gelên jêrdestê wan gelek hovaneye û pitir wekî mirovên berî şaristaniyetê ye. Bi taybetî di gel Kurdan. Wê rojê xelîfeyê Akpartî digot me li tirkiyeyê Kurdistan nîne…!!

Ez dibînim eve wekî koseyê ku dê li pey rih û radînê diçe, lê belê piştrastim ku wê simbêlan jî li ser danê.

Dawiya xelîfe jî ji ya Sedamî çêtir nabe.

Back to top button