CîhanRojev

Eger ne derew be, Almanya êdî çek nafiroşe tirkiyê

Heiko Maas Wezîrê Derveyê Almanya li civîneke rojnamevaniyê de da zanîn ku Almanya êdî çek nafiroşe tirkiye. Her wiha gelek daxwazên Enqerê ji bo kirîna çekan hebû, lê belê hemû bêencam man. Lê belê, em bi tenê hinek berhemên hêzên deryayî difiroşin tirkiye.

Her çende Wezîrê Derveyê Almanya wisa bibêje jî, li gor amarên dewleta Almanya li sala 2019 an de 344,6 milyon Euro çek firoştine tirkiye û teknolojiya xwe ya 3 bi 2 yê çekan firoştiye tirkiye.

Li operasyona tirkiye ya li Rojavayê Kurdistanê jî qaşo Almanya biryar dabû ku êdî çek nafiroşin tirkiye, lê belê piştî çend mehekê dîsa amarên dewleta Almanya eşkere kirin ku firoştina çekan berdewame.

Back to top button