Cîhan
Elî Dolamerî: Macron dê dawiya vê mehê serdana Hewlêrê û Bexdayê bike

ûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) li Fransayê ji RUDAW re got ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê di dawiya vê mehê de serdana Hewler û Bexdayê bike. Wî her wiha got ku Fransa dixwaze pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de bi rêya destûrê werin çareserkirin.
Elî Dolamerî, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê, ji RUDAW re got: “Navê Pêşmerge li ser nexşeya Parîsê hatiye danîn.” Wî her wiha got ku Fransa dê xaniyek di hundirê Keleha Hewlêrê de tamîr bike.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) li Fransayê tekez kir ku hêzên Fransî dê piştgiriya Herêma Kurdistanê bidomînin. Wî got ku DAIŞ hîn jî li herêmê gef e û Fransa di vî warî de alîkariyê dike.


