Elî Belo: Li Îraqê biryar li se 4 stûnan tên ava kirin
Elî Belo endamê berê yê parlementoya Îraqê û şarezayê karûbarên wî welatî di hevpeyivînekê da digel malpera www.sibehi.com behsa kabîneya nû ya Îraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî dike û aşkere dike ka çima Kazimî karî kodengiyê peyda bike û bawerya parlementoya Îraqê bi dest bixe.
Dr. Elî Belo dibêje ku Mistefa Kazimî ji kandiyên berî xwe; Mihemed Tufîq Elawî û Edinan Zurfî, bi karîzima xwe cudaye, Mistefa Kazimî di nav partiyên îslama siyasî da weke Partiya Da’we û Encumena Balaya Îslamê kar nekriye û ji hizira tayfî dûre: “Ragirtina peywendiyên baş digel Amerîka, hewlên baş dan ji bo avakirina peywebidiyan digel Îranê jî, bê guman rezamendiya merceiyeta Sîstanî pêşwext hebû. Ev karîzima li dev Kazimî, li dev her du kandîdên dî; Mihemed Tuwfîq Elawî û Edinan Alzirfî ne bû, wan nekarî vê hevsengiyê peyda biken ji bû derbazkirina kabîneyên xwe di perlemantoya Îraqê da .
Kabîneya Mistefa Kazimî bi du qonaxan ji aliyê parlementoya Îraqê ve hat pesind kirin, gelo nihêniya wê çiye ku kabîneya Mistefa Kazimî bê arîşe ji parlementoyê derbas bû?
Elî Belo: Piştî jidestvekêşana serokwezîrê Îraqê Adil Ad almehdî ji erkê xwe û pesendkirina daxwaza wî li parlementoya Îraqê roja 2019.12.01 bê guman ev kare hate encamdan dibin fişara xwepêşandanên li Bexdayê û seraniserê devera şî’enşîn û herwesa bi palpşitiya merce’ya şî’eya ji bo xwepêşanderan.
Piştî du hewlên neserkeftî ji bo hilbijartina serokwezîrekê nû, ew jî; Mihemed Tufîq Elawî û Edinan Alzirfî bûn, serokê mixaberata Îraqê Mistefa Kazimî hate destinîşanikirin li 2020.04.09 ji aliyê serokkomarê Îraqê ve ji bo damezirandina kabîneyeka nû di demê 30 rojan da. Bixweşhalî ve di rûnşitina parlementoyê da li 2020.05.07 deng hate dan bi Mistefa Kazimî û piraniya hikumeta wî. Heft wezîr hatine paşxistin heta 2020.06.06 wan jî deng ji parlementoyê wergrt û kabîneya Kazimî temam bû .
Li vêre mirov dikare pisiyarê bike gelo nehêniya wê çîye ku kabîneya Mistefa Kazimî bê asteng ji parlementuyê derbas bû?
Li Îraqê biriyar li ser çiwar stûna tên avakirin :
1- Merce’ya şî’eya ku praniya hêzên siyasî yên ş’eyan ji fermana wê dernakevin
2- Amerîka cunke hêzeka leşkerî zebelah li Îraqê ye û hêşite Îraq ne arame
3- Îran, hindek hêzên şî’e pêve grêdayine
4- Raya kurdan
Li vêre Mstefa Kazimî rezamendiya reha ya Amerîka, merce’ya şî’eya û kurdan jî bidestve îna. Îran pişitî kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Almuhendis, rolê wê li Îraqê lawaz bûye, serdana Qaanî serokê Supayê Qudis ji bo Îraqê, pêş dengdanê li ser kabîneya Kazimî, jiber parastina yekrêziya navmala şî’eya, razîbûneka tehl li ser kabîneya nû da.
Gelo Mistefa Kazimî çewa karî kodengiyê ji bo kabinyeya xwe peyda bike?
Elî Belo: Di her çiwar salên karê xwe (2016 – 2020) weke serokê dezgayê mixaberata Îraqê, Mistefa Kazimî şiya peywendiyên serkeftî digel hikumeta Kurdistanê û erebên sune ava bike.
Ragirtina peywendiyên baş digel Amerîka, hewlên baş dan ji bona avakirina peywebidiyan digel Îranê jî, bê guman rezamendiya merceiyeta Sîstanî pêşwext hebû. Ev karîzima li dev Kazimî, li dev her du kandîdên dî; Mihemed Tuwfîq Elawî û Edinan Alzirfî ne bû, wan nekarî vê hevsengiyê peyda biken ji bo derbazkirina kabîneyên xwe di perlemantoya Îraqê da .
Cudahiya navbera Kazimî, Mihemed Tufîq Elawî û Edinan Zurfî çiye?
Elî Belo: Mistefa kazimî cudaye ji kandîdên berî xwe ji ber van egeran
- Kazimî kar nekriye di partên îslama siyasî da, weku Partia Dawe û Meclisa Îslamî ya Bilind
- Weku xurtek ji Îraqê reviyaye ji ber zulma Sedamî û bi rêka Kurdistanê cûye Ewropa û li wêrê jîyaye
- Piraniya karê xwe di ragehandin û di komintkirina karesatên bi ser kurdan û Îraqîyan da hatî encamdaye
Ji ber hindê ji nêzîk ve haydarî derdê xelkê Îraqê heye, dûre ji dîdên şofînî û tayfîyetê, kurd û erebên sune ji ber hndê Kazimî nêzîkî xwe dibînin.
Gelek dibêjn Mistefa Kazimî dê bi derdê Adil Abdulmehdî here. hêşita heyivek bi ser kabîneyê nû ve neçuye behsa hevpeymanan li dijî Mistefa Kazimî û kabîneya wî tê kirin, tê gotin ku Nurî Malkî ji bo şikestpêaniya kabîneya nû hevpeymaniyek çêkriye?
Elî Belo: Dijayetiya Partiya Dawe û terefdarên Îranê ji bo Kazimî, ji ber hindê ye çuniku Kazimî biriyar daye gendelan bide dadgehê, li ser pirojê Sedir Alqnae ku li ser demê Malkî bûye, yek miliyar dolar hatiye serf kirin, bêyi ku kar têda bê kirin, Malkî tawanbare bi dziya wî gujmê pareyî .
Bi dîtina min, Mistefa Ebiduletîf Mişitt Alxrbawî ku nasirawe bi Mistefa Kazimî çunike danşitiyê taxê Kazimiyê ye, li ser encamdana hilbijatinên pêşwext û heta radeyekî çareserya kêşên Îraqê bi gşitî û Îraqê di gel Kurdistan cidî ye, her çende demê hukmê wî kurte kêmî du salane.
Ez di wê baweryê da me ku diplumasîya bilind û Karîzima serokê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Barzanî harîkare ji bo çareserya piraniya kêşeyan di gel Îraqê li ser demê kabîneya Kazimî …