Cîhan

Amerîka malbata Esed siza dike

Wezareta Derveyê Amerîkayê ragihand sizayên nû li ser 39 kes û kiyana Sûriyê da sepandiye û li nav lîsta sizadayiyan de jî navê Beşar Esed Serokê wî welatî û Esma Esed ê hevjîna wî heye û bi van sizayan Şam ji piştevanî darayî tê bêbeş kirin.

Li daxuyaniyek de Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîkayê ragihand ji bo eşkerekirina navê kesên armanckirî li çarçêweya “Yasaya Qeyser” de bûye û pêwîste pêşbîniya sepandina sizayên gelek zêdetir li heftî û mehên pêş de li ser Sûriyê de bê kirin.

Berê jî Donald Trump Serokê Amerîka li 20.12.2019 “yasaya qeyser” îmza kir ku naveroka wê taybete bi sepandina sizayên li ser kertên serekiyên aboriyê Sûriye û ew hemû aliyên navxweyî û derekiyên ku piştevaniyê li Esed dikin.

Back to top button