Nivîsar

Elî Belo: Berbijêrkirina Ednan zirfî bi mirî jidayk bû

Serokkomarê Îraqê Mihemed Tufîq Elawî raspard ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Îraqê lê di erka xwe da biserineket, çima biserineket û astengî çi bûn? Niha Edinan Zirfî ji bo heman erk hatiye erkdar kirin. Gelo ew dê di erka xwe da biserkeve?

Dr. Elî Belo endamê berê yê parlamentoya Îraqê û serokê komîteya neft û gazê bersiva van pirsên li jor dide:

Rewşa Îraqê di navbera du cemseran da dabeş bûye, herdu cemseran jî karîgeryeka mezin li ser bûyerên Îraqê heye, ew her du cemser jî Îran û Amerîkaye.

Îranê roleke bêsinur li ser navmala şîeyan heye, belê wê desthilateke sinurdar li ser erebên sune, kurdan û hindek şîeyan heye.

Her kesek bête kandîdkirin ji bo serokatiya hikumeta Îraqê, divê bi awayekî ne aşkera razemendiya herdu cemseran, Îran û Amerîkayê, li ser hebe, ev yek jî divê serdema ku, rewşa Îraqê tê da derbas dibe, ne karek hêsane .

Egerê neserkeftina Mihemed Tufîq Elawî, bi dîtina min, ji ber ku ew gelek nêzîkî Muqteda Sedir bû (keça wî xêzana biraziyê Muqteda Sedrî ye) ew berbijêrê Muqteda Sedr û Hadî Amirî bû, her wesa weke kandîd ji bo serokayetiya hikumeta nû ya Îraqê, rezamendiya Îranê jî li ser hebû.

Nêzîkbûna Mihemed tufîq Elawî ji Muqteda Sedir û Hadî Amirî, navmala şîeyan bi ser du baskan da dabeş kir, Partiya daweya Îslamî bi serokatiya Nurî Malkî û Rewta Hîkme bi serokatiya Emar Hekîm li dij kandîdkirina Elawî derketin. Giringe em bêjin ku Elawî xwedî kesatiyek gelek lawaz bû û bêkarîzimayeka berçav hebû, wî nekarî rezamendiya kurdan û erebên sune bi destve bîne. Ji bilî vê jî Amerîkayê jî ew weke alîgrê Îranê dizanî.

Her wesa serhişkiya Elawî di warê destinîşanikirina postên wezîran da ji bo kabîneya xwe bêy liberçavgirtina dîtina firaksiyonên nava parlamentoya  Îraqê yek ji egera wê çendê bû ku rezamendiya piraniya endamên parlamentoyê bi dest nexe  û kabîneya wî derbas nebe..

Paş neserkeftina kandîdê yekê (Mihemed Tufîq Elawî) û derbasbûna dema destûrî ku 15 roj bûn, partî û gropên şîeyan ne karîn li ser kandîdekî nû li hev bikin. Bêyi rezamendiya şîeyan, roja 15ê adarê ji aliyê serokkomar Berhem Salih ve (Ednan Ebid Xizeyr Alzirfî) ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Îraqê hat destinîşan kirin.

Bi dîtina min ev kandîd bi awayekî mirî jidayk bû, ji ber ku aliyên şîye wî weke zilamê Ameîkayê dibînin û dijî berjewendiyên Îranê ye. Her çende kurd û erebên sune weke destpêk ne dijin, belê kurdan û erebên sune li parlamentoya Îraqê ew hêz û qwet nîne kabîneya wî derbas bikin .

Divê mirov bêje; Edinan Zirfî, pêşitir endamê Partiya Daweya Îslamî bû, di serhildana 1991 ê da li Necefê roleke berçav hebû, paş neserkeftina serhildanê, ber bi Erebistana Siudiyê revî, li kempa Refh akincî bû, başî bû penaber li Amerîkayê.

Ji ber vê yekê şîye biçavekê xirab wî dibînin, her çende paş 2003ê çend sala waliyê Necefê bû û berî bê kandîdkirin li parlamentoya Îraqê serokê fraksiyona Elinesir bû ya ku Heyder Ebadî serokatiyê wê dike .

Bi dîtina min hemî serkrde û kadiroyên Partiya Dawe li hemeber pirsa kurd dîtnên  xwe regezperistin, weke Basiyên  berê ne, ji bo doza  kurdan û pirsgirêkên hene  qed çareseryên esasî ji bo me kurdan nînin…

Her çende ez di wê baweryê dame ku, eger kabîneya Ednan Zirfî li parlamentoya Îraqê derbas bibe, ew li destpêkê xwe baş nîşan bide û soza çareserya arîşeyên kurdan bi Bexdayê ra bide, ev jî bi tenê heta cihê lingê xwe qayîm bike.

Elî Belo

Back to top button