Polîtîk

El Qibis: Malikî di hilbijartinan da serbikeve dê Iraqê perçe bike

Rojnameya El Qibis ya Kuwêtî hejmara xwe ya dawî da raporek belav kiriye û têda li ser zimanê hejmarek serkirdeyên Iraqê tekez dike ku serkeftina Malikî ya di hilbijartinên pêş da, Iraqê dê berev perçebûnê bibe ji ber ku ji bilî wan kêşeyên Malikî yên li gel Kurdan êdî pêkhatên Sunne jî desthilata Malikî qebûl nakin û eve jî dê mijara perçebûnê bileztir bike.

El Qibis hinek jêderên ku nêzîkî biryaderên siyasiyên deverên Tikrît, Diyala, Enbar, Mûsilê ne ew yek eşkere kiriye ku serkirde û rêberên siyasî li van deveran mijûlî kombûnanin ji bo wê yekê jî her dema di hilbijartinên pêş da Malikî serbikeve yekser Herêma Sunneyan dê bête ragihandin, heman awayî Herêma Kurdistanê û her li ser axaftinên di gel desthilatdarên Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin ku piştevan be ji bo vê pêngava wan.

Her wiha El Qibis eve jî aniye ziman ku serkirdeyên Sunneyan projeyek berhev kiriye ku têda daxwazê ji hevalbenda Şî’e bikin kesekê din li şûna Malikî hilbijêrin lê xûya kiriye her dema eve nehate kirin wê demê tu rêyên din hember wan nînin ji bilî cudabûnê.

Back to top button