Cîhan
El-Qaîde gef li Xrîstiyanan xwar
Rêxistina terorê El Qaîde di beyannameyekî de daxuyakirin ku êrîşên li ser Xrîstiyanan bidomîne û ji niha şûnde kesên Xrîstiyan her tim di bin hedefa me de ne .
El Qaîde daxuyakirin ku li Misirê 2 kes ola xwe guhertin û ji aliyê Dêrekî ve ew her du kes hatin girtin û ji bo azadkirina wan ji bo Dêr 24 seat dem didin.
Lê ji aliyê Dêr jî daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku ji aliyên me ti kes nehatina girtin û nûçeyên bi vî şeklî jî derewin.
El-Qaîde di dawiya daxuyaniyê de gotin 24 seat qediya û êdî Dêr û kesên Xrîstiyan li ku derê dibin bila bibin hemiyan di bin hedefa me de ne.