Li ser sînorê teqesên term û dîl

Ermenîstan û Azerbaycan di bin kontrola Xeça Sorê de teqesên term û dîl kirin.

Li gor nûçeya APA ya Azerbeycanê, li ser sînora Azerî û Ermemeniyan û li herêma Gazahê digel hemwelatiya Azerbaycan yê bi navê Eldar Taxiyev  ku di sala 2009an de ji aliyê Artêşa Ermeniyan dîl hatîbû girtin  û termê Ermeniyê ku bi navê Manyel Saribekyan ku mehek berê di girtigeha Azeriyan de mirîbû hatin teqes kirin.

Di daxuyaniya Komîsyona Dewlet ya Azerbeycanê de hat diyar kirin ku heftekî berê di navbera Azerbaycan û Ermenîatanê de li bajarê Rusya Astrahanê deklerasyonek hatîbû îmzakirin û ew teqesana jî di çarçoweya deklerasyonê de hate çêkirin.

Nerîna min :