Ekonomiye Tirkiye berbi rûxandinê ve
Rojnemaya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) behsa rewşa darayî ya Tirkiye dike û didê xûyakirin ku, ewrê giranê Covid-19 daketiye ser ekonomiyê û Tirkiye û hewldide krîza dovîzê çareser bike.
WSJ di nirxandina xwe de dibêje: Enqere pirsgirikek mezin re mijûl dibe, nirxê pereyê Tirkiye li himber dolar dikeve. Lîrê Tirkî ji sere sale heta niha gelek kêm ketiye,destpêkirina krîza Covid-19 bû sedemek mezin ku deynên şirketên mezin yên derve zêde bûye , Tirkiye ji bo vê rewşê finanse bike behtir rasmalê derve ve tê girêdan û nikarê vê yekê kêm bike, ev yek jî rîskek mezin peyda dike.Li gora ekonomista bihayê deynên derve gelek zêde dibe û tişta pêwiste ku bê kirin ji aliyê Erdogan ve nayê qebûl kirin.Divê Tirkiye Ji Fona Navdewletî ya Pera (IMF) arikariyê bixwaze.
Berdevkê Erdogan Kalin dide xûyakirin ku ew arikariyê ji IMF naxwazin û Erdogan jî dibêje ku, hêzên biyanî êrîşê ekonomiya me dikin û hinek alîyên di bin bandore hêzên derve bo me kemîna vedidin.Tirkiye jî wek gelek welatên cîhanê di pêvajoya vîrûsa Cronayê de di ware ekonomik de sekiniye. Bazarên ku Tirkiye tişta difroşê hêja xwe serest nekirine. Geştiyarî bo Tirkiye serkaniyek ya dovîzê ye û ew jî sekiniye.
Ekonomiya Tirkiye teng dibe û div ê pêvajoyê de bêkarî gelek zêde dibe. Erdogan ji bo vê krîzê derbas bike xwe nêzikî Amerikayê dike û hewldide ku krîza S-400 çareser bike.