Nivîsar

Eger pîvan pirsa kurd be HDP partiyek kurdi ye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên parlementoya Tirkiye çêbûn.HDP bi şîar a entegrasyon û Tirkiyebûnê ji % 13 deng girtin. Bi vê yekêjî bi 80 parlementera parlementoyê de cîh girt.Piştî hilbijartina Hevserokê HDPê Demirtaş di gotara xwe de da xuyakirin ku wan îspat kir ku ew partiyek Tirkiyeyê ne û serkevtian xwe wek serkevtina çepa da xuyakirin. Herweha Demirta? jî wek Sureya Onder da xuyakirin ku wan “Dengê Êmanet“ girtine û xiyanetî li van dengan nakin.KCKê li himber axavtina Demirtaş di pirsa “ Dengên Êmanet “ de dîtina xwe da kifşkirin, Mustafa Karasu vekirî got HDP bila hinek tiştan çewt nenirxîne ,dengên îmanet tuneye.Di derbarê hilbijartin û encama hilbijartina de dengê Ocalan derneket. Ji xwe HDPê jî di dema propaganda xwe de wek carên berê Ocalan neda pêş.Tenê Demîrta? piştî hilbijartina spasiya gelek kesan kir navê Ocalan jî derbas bû.Heta niha di derbarî encamên hilbijartina de û herweha nexşerêya ku HDP bide pêşiya xwe dîtinên Ocalan naye zanîn. Bivê nevê ev yek rolê Ocalan di nava KCK/HDPê de dike babetek yê gotubêje.Gelo dê vê pêvajoyê de HDP dê çi bike? Eger HDP pirsa kurd û Kurdistanî bike nawenda siyaseta xwe ya parlementoyê û di vî warî de gava bavêje, hingê mirov dikare bêje ku serkeftinek mezin bi dest aniye û ew kesên kurd û ne HDP yî, dê tê bighin ku dengên wan vale neçûye.Lê “xwediyê “Dengên Êmanet“ dê heta çi radeyê bihêlin HDP siyasetek kurdewarî rêve bibe. Ev pirseke. Tenê dijitiya AKP ji bo kurda nabe siyasetek serkeftî.Eger pirsa kurdî bingehbe, di vê qonaxê de dijitiya mezin li dijê MHPê û piştre li dijê CHPê tê kirin. AKP di vê derbarê de ji herdu partiyên din baştir e.Carê gelek zana û rewşenbîrên kurd bê ku bizanibin siyaseta Tirkiyebûnê diparêzin. Dema mirov behsa partiyên Tirkan bike yan jî behsa siyaseta partiyên Tirka bike , divê dîtin û siyaseta wan ya derbarê Kurdistanê de wek pîvan bête girtin. Lê em destî yekem de behsa pirsên civakî li Tirkiye dikin wî yekî bingeh digrin.Kurd kurmancî eger HDP pirsa Kurd pêde pêş li gora wê di parlementoyê de siyasetê bike, serkevtina wan dibe serkevtina kurda. na eger wek partiyek ya Tirkiye tevbigere û pirsa kurd û Kurdistanî pêşguhê xwe ve bavêje û xwe “demokrasiya Tirkiye“ ve mijûl bike, ew jî wek her pariyek ya Tirkiye dibe.AKP gelak caran bi dengê kurda bûye desthilat. Yanî tenê mirov ji kurda denga bigre û serkevtinekî destve bîne , tera ku mirov partiyek kurdiye nake. Eger mirov berjewendiyên Kurdistanî serhertiştekîre bigre û li gora vê tevbigerê mirov partiyek kurd û Kurdistaniye.Gotinek kurdî dibêje “ Şêva tarî ji êvarî ve kifşe“ lê cardin em pêrêzaya wan bibînin. 12.6.2015Dara Bilek

Back to top button