Polîtîk

Eger meseleya Kurd li Tirkiye çareser bibê, Kurd li hemû cîheke dinyayê rizgar dibê ‌

 

Li Tirkiye dehan navendên lêkolînê û navendên stratejîk û siyasiyên taybet bi Tirkiye û Rojhilata Navîn û Cîhanê heye. Bi taybetî jî li Enqereya paytexta siyasî û li Stenbola paytexta kevin û navenda şaristanî û rewşenbîriya hemdema Tirkiye heye. Ev navend li gel hevdû, li gel Navendên Stratejiyên Rojhilata Navîn û Ewrupa û Emerîka, li gel Wezareta Derve û partiya desthilatdar, li gel zanîngeh û navendên akademiyan, li gel navendên medya û rojnameyan û cara dawî li gel damezrandinên dinê komeleyên sivîl hevkarî û hemahengiyê dikin, projeyên hevbeş yan projeyên piştgirîkirinê encam didin. Lêkolînan didin kesên xwedî biryar û kakilên nêrînên lêkolînî û kitêb û beşdarî civîn û semîneran dikin û li wir jî belav dikin. Eve jî diyardeyekî ber bi çav ya jiyana rewşenbîrî û siyasiya Tirkiyê ya van bîst salên derbasbûyî ye.

Ev navend ramanên siyasî amade dikin ji bo wergirtina nêrînên nû yan wergirtina diyardeyên nû yên li Tirkiye bi rêvene.

Peydakirina ramanên nû û çareseriya pirsgirêkan

Wekî ku tê zanîn ronakbîrî û akademiya Tirkiye li jêr ramana Kemalîzmê û li dam û dezgehên fermiyê dewleta Tirkiye de bûn. Ji bo wê yekê beşdariya wan ya dariştina ramanên çareseriya pirsên siyasiyên Tirkiyê jî li wê çarçeweyê de bûn. Bi taybetî pirsa Kurd û meseleyên nasname, sînordar û li hukma nebûnê da bûn. Ev rastî cihê rexneya tevgera Kurd û navendên akademiyê çepên Tirkiye bû, weku rexneyên Dr. Îsmaîl Beşikçî ku li hemû berhemên xwe de dûbare bûne.

Lê belê li van bîst salên derbasbûyî de sê fakterên cewherî rola xwe li warê lêkolîna stratejî û navendên ramanên fermî û ramanên Kemalîzmê da tê dîtin:

– Zêdetir nêzîkbûna Tirkiye li Ewrupa û geşbûna hukma demokrasiyê li gel paşketiya moderna artêşê li sala 1997, ku cûreyek li cîgîrê li hukimraniya medeniya Tirkiyê bi xwe ve dît.

– Ramana Kemalîzm, ku hukma ramana giştiya Tirkiye dikir li van deh salên desthilata Dad û Geşkirinê da.

– Hebûna meseleya Kurd û pirsa nasnameya Tirkiye û endametiya li Yekîtiya Ewrupa ku derfeta guftûgoyê li ser wan axaftin û daxwazan hêsan kir.

Meseleya Kurd û rêyên çareserkirinê

Navenda Navdewletiya Rojhilata Navîn ya lêkolînên Aştiyê (IMPR) yek ji wan navendane ku li vê pêvajoya nû de dirûst bûye ku li rêya lêkolîn û semîneran hewl dide bi awayeke nû li pey pirsên Tirkiye bikevê bi taybetî meseleya Kurd û rêyên çareserkirina wê peyda bike‌. Doç. Dr. Veysel Ayhan Serokê vê Navenda Lêkolînê dibêje: Navenda me, ku 15 sale heye, navenda aştiye, ji bo wê yekê jî ev lêkolîn û xebata me li xizmeta xelkê da ye û ji bo xelkê neku ji bo Hikumetê ye.

Bi sê zimanên (Îngilîzî‌, Tirkî‌, Erebî) berhemên xwe belav dikîn. Eve take navendeke bi vî awayiye ku li Tirkiye xizmetê dike. Armanca me agahdarkirina xelke li ser meseleya Kurdan, Şîe, Su’udiye, Lîbya û hwd…  Em dixwazin xelk li ser van tiştan hizir bikin. Min bi xwe çendîn kitêb heye, me çendîn konferansan saz kiriye, berî hefteyek me konferansek li gel leqa(Şaxa) genc û lawên AKP, her wiha li gel şaredarî û bajarvaniyan hebû.

Navenda Aştiyê hemû derfetek ji bo dostayetiyê peyda dikin, ji bo wê yekê ji wê dema ku ez ji bo diyalog û nasîna navendê çûme wir, min li wir lêkolînereke Kurdê Mardînê Umid Alxan naskir ku zimanê Erebî dizanî. Bi Erebî me hevdîtinek li ser navendê kir, li ser rewşa Kerkuk û Operasyona Dîcle, piştî demekî li ser malpera xwe jî belav kirin.

Wekî ku li vê hevpeyvînê de derdikevê Doç. Dr. Veysel Ayhan bi xwe jî Kurde, ji bo wê yekê me hevdîtinek bi Kurmancî û guftûgoya me jî li ser aştiya li Tirkiye û çareseriya meseleya Kurd bû.

Nasandin

Doç. Dr. Veysel Ayhan li sala 1976 li dayik bûye. Sala 1993 heta 1998 bawernameya xwe ji Zanîngeha Rojhilata Nêzîk (Near East University) li beşa pêwendiyên navdewletiyan wergirt. Sala 1999 heta 2002 bawernameya masterê ji Zanîngeha Uludag ê wergirt. Li sala 2002 heta 2005 jî bawernameya Doktorayê ji heman zanîngehê wergirtiye. Têz û mijara mastera wî li ser pêwendiyên Îsraîl, Lubnan û Suriye bûye. Têza Doktorayê jî li ser Neft û Asayîş – Siyaseta Aborî û qeyranên rojhilata navîn bûye. Li vê dawiyê kitêbekî li ser (Bihara Erebî, Raperîn û Guhertin)ê çap kiriye. Li zanîngehên Abant, Izzet Baysal û Uludag wekî mamostayê waneyên(dersên) li warê pêwendiyên navdewletî, nasyonalîzm û kemîneyên li rojhilata navîn, tevgera opozîsyonên rojhilata navîn û pirsa Iraq û çendîn babetên din de gotiye.

Dostayetiya Kurd û Tirk

Doç. Dr. Veysel Ayhan bi vî awayî dest bi axaftina xwe kir û got:

– Meseleya Kurd gelek dûr û dirêje. Eger temaşa serdema Selçukiyan bikîn ku dostayetiya Kurdan û Tirkan destpêkir, wê demê Kurdistan welatekî avadane û Dewleta Selçukî Kurdistanê bi fermî nas dike. Hevkariya Kurdan û Selçukiyan demeke gelek dirêj domkir. 

* Lê belê wê demê jî mîrektiya Merwanî hebû, Selçukiyan şerê wê mîrektiya Kurdan kir.

– Di destpêkê de şer nekirin, li gel wan rêkkeftin, ev rêkkeftin li dijî Bîzansiyan bû. Li şerê Malazgirt jî pêkve bûn. Selçukiyan piştî 50 – 60 sal şerê Merwaniyan kirin. Sedem jî ewe bû ku Dewleta Selçukî digot desthilata min heye û dixwazim li ser vê axê desthilatek ji bo xwe dirust bikim. Ji bo wê yekê jî divê mîrektiya Merwanî li bin destê min da bê. Paşê ku tîne serdema Sultan Yavuz Selîm û Safawiyan, li vir de dîsa Kurdan alîkariya Tirkan kiriye. Wê demê jî Kurd desthilatê navçeya xwe bûn, we kî konfederaliyek. Wiha rêkketibûn ku Kurd hukma navçeyên xwe bikin, lê belê li dijî Safawiyan hevkariya artêşa Osmanî jî bikin. Gelek sal derbas bûn, lê belê Kurd xwedî yek Hikûmetê nebû. Li Rewandizê hikûmetek hebû, li Diyarbekir hikûmetek hebû, li Cizîrê hikûmetek hebû û hwd… Bi vî awayî bû. ji ber ku Kurd eşîr bûn û li her cîhekî digotin hikûmeta xwe dadimezrînîn. Paşê li şerê cîhanî û piştî şer jî, Kurdan dîsa hevkariya Tirkan kir. Li dijî Îngilîzan li yek bereyê da şer kirin. Paşê meseleya Musilê hate pêş, dev ji Kurdan berdan, wê demê Îngilîz û Fransî hatibûn navçeyê û gotin welatê Kurdan û welatê Ereban yê wane û ewê din jî yê Tirkane. Piştî wê demê dostayetî û birayetiya Kurd û Tirk nema û şer kete navbera wan. Eve jî heta roja me ya îro berdewame. Hindek car ev şer ji bo demeke kurt hatiye rawestandin, lê belê ji bo diyarkirina hebûna desthilatiya xwe ya li ser axa xwe her dem şer hebûye. 

Dema AKP hate ser hukim, got ez ne wekî ewên dinîm, ez dawiya vê pirsê tînim. Lê belê berê jî ev axaftin her hatibû kirin, tenê Erdogan behsa çareserkirina pirsa Kurd nekiriye. Ozal, Demîrel, hemûyan wiha digot. Mesud Yilmaz digot rêya aştî û Yekîtiya Ewrupa ji Diyarbekirê da derbas dibê. 

Aştî û darvekirin

* Lê belê Erdogan hinek hengavên kirdarî û praktîkî avêt.

– Diviya berê wan hengavan avêtibûyan, dema Ocalan hate girtin, gotin emê wî darve bikîn û sizaya darvekirinê dixîne nav destûr. Lê belê wiha nebû dinya guherî, Kurdan li çarçêweya xebata xwe de mezintir kir. Dema AKP hate ser hukim, dît ku şerekî mezinê Kurdan li pêşiya wî ye. Got ez bi awayeke demokratîk dawiyê bi vî şerî tînim. Wekî mînak kanala TRT6 vekir, lê belê li gel vekirina vê kanalê da, heman demî de 15 kanalên dinê Kurdî jî dest bi weşanê kiribû, li Kurdistana Başûr zimanê Kurdî û zanîngehên Kurdî û rojnameyên Kurdî pêşketibûn. Kurdên Bakûr jî 

çav li vê pêşketin û azadiya Başûr kirin, dîtin ku li wir welatekî azad heye, bandora van hemûyan çêbû. Tirkiye jî welatek bû dixwest li rûyê dinyayê de xwe veke û bi siyaset û aboriya xwe mezin bibe. ji bo wê yekê jî AKP neçarbû vê diruşma siyasî hilbigre. Eve tenê hengavekî siyasî bû, hengavên destûrî û yasayî nebû. TRT6 hate vekirin, lê belê eve ye girtiyên siyasî nikarin bi zimanê xwe bergiriyê li xwe bikin. Yan dixwazin wane û dersên zimanê Kurdî li zanîngehan de bixin bernameya xwendinê, lê belê ditirsin bi nav bikin, şûna wê yekê ku bi fermî bibêjin zimanê Kurdî, dibêjin zimanek ku heqê wê hatiye wergirtin, wate ew ziman bê nave. Meseleya Kurd meseleyeke ku divê Tirkiye lê têbigihe. Erdogan wê yekê têgihîşt ku meseleya Kurd ne tenê meseleya beşekî civaka Tirkiyê ye, belku meseleya Kurdistane. Zanî ku bi vê têgihîştina kevin tiştek naçê serî. Gelê Kurd bûne gelekî siyasî, şiyana wan ya serbazî heye, bergiriyê li mafên xwe dikin, bûye meseleyekî navdewletî, îro axek heye, ew ax navê wê heye, li ser wê axa kî divê hukimraniyê bike? ku wiha bê ev meseleye tenê bi wê yekê çareser nabê tu çend mafekî sînorkirî bidî vî xelkî.

Mîsogeriyeke destûrî

Erdogan digot bila ez bi pêgeha xwe Tirkiye bi hêz bikim, paşê xemekî ji vê meseleyê jî dixwim û bi çend hengavekî siyasî vê meseleyê çareser dikim. Paşê dît ku ne wihaye. Eve jî pêwîstî bi aramiyê hebû, digot bila Kurd şer neke û çek deyne, li demeke 5 heta 10 salan da ez vê pirsê çareser dikim. Lê belê tu mîsogeriyeke destûrî li holê da tûnebû.

Li gel teqîna pêvajoya Suriye, dîtin ku meseleya Suriye gelek kûre, bi taybetî Kurdên Suriye li paşarojê de dewlemend û bi hêz dibin, mijulin welatek ji bo xwe ava bikin. Erdogan eve jî baş zanî ku eger li nav Tirkiyê bi xwe de pirsa Kurd yek alî neke û li gel Kurdan guftûgo neke, li Suriye Kurdistanek dirust dibê. Zanî Kurd êdî bi tiştekî biçûk razî nabin. Ji ber wê jî meseleya Kurd li Tirkiye berev paşve çû. 

* Tevgera Kurd çawa temaşa AKP dike?

– AKP ji pirsgirêkê têgihîştiye, lê belê têgihiştina wan ne ji bo çareseriyê ye. Ev mesele li gor yasa‌ û li gor ol û li gor prensîpên mafê mirov divê bête çareser kirin. Lê belê çareserkirina wan de ev tişt tûneye. Her dibêjin çend hengavekî siyasî davêjîn, bi vê çareser dibê. Pêwîste li ber çavê raya giştî li gel Kurdan rûnin û pirsa Kurdan bikin ku meseleya wan çawa çareser dibe. Erdogan îro tiştek dibêje, sibê tiştekî din dibêje. Erdogan ji aliyek ve behsa meseleya Kurd dike, ji aliyekî din ve hesta nasyonalîstiya xelkê Tirk bi hêz dike. Xelkê Tirk jî çendî bibin nasyonalîst, ev pirsê zêdetir aloz dike.

Kî muxatabê Kurde?

* Bi raya we muxatabê vê pirsê, Ocalane yan BDP ye?

– Divê di destpêkê de vê meseleyê qebul bikîn, wate meseleya Kurdistanê heye û welatekî Kurdan heye, eger eve neyê qebul kirin, muxatab gelek ne girînge. Wê demê welat berev aştiyê diçe, ke aştî berqerar bû, mesele berev çareserbûnê ve diçe. Eger tu her bi muxatabê ve mijul bibî, bibêjî muxatab kîye û ne kî ye? Wê demê dibê meseleya Îsraîl û Filistînê. Îsraîl naxwazê vê meseleyê çareser bike, dibêje Hamas heye, Mehmud Abas heye, Misir heye, ez kî bi muxatab bigrim? Li rastiyê da meseleya Filistînê diyare. Em jî li Tirkiyê dibêjîn destpêkê de meseleya Kurd qebul bikin, paşê hemû dinya bikin muxatab, bila bizanîn raya cîhanê li ser vê meseleyê çiye? Li Îspanya ev pirs çawa çareser bû, li Îrlanda çawa çareser bû? Kerem bike tu jî çareseriyeke Tirkî pêşkêş bike. Osmaniyan li dema xwe de çawa çareser kirin?  Eve dirêjkirina meseleyê ye, ne xwe muxatab ne pirsgirêke.

* Serkirdayetiya Başûr dikare çi rolekî li çareserkirina vê meseleyê da bibîne?

– Bawer nakim, ji ber ku pirsgirêkên wan jî gelek hene. Ji aliyek ve Îran heye, ji aliyekî din ve Şî’e û Sunneyên Iraqê hene, vê dawiyê mijul bû li gel Malîkî da tûşî şer bibin. Tu çawa bikarî bi pirsgirêkekî navxweya Tirkiyê ve mijul bibî. Belê ew dixwazin çareser bibê, gelek jî hez dikin çareser bibê. Ji ber ku eger meseleya Kurdên Tirkiye çareser bibê, Kurdistana Iraqê jî tu pirsgirêkekî xwe namîne. Eger Tirkiye meseleya Kurd li welatê xwe de çareser bike, sînorên Tirkiyê dê li nav Kerkukê da derbas bibe. 

* Niha Tirkiye hez dike dewrû berê xwe de xwedî bandor be, li Kerkuk, lê belê tenê hevkariya beşek ji Turkmenan dike. Bi raya we pêwîst nake ku Tirkiye hevpeymaniyê li gel Kurdan bike?

– Di destpêkê de wiha bû, lê belê vê siyaseta xwe guherandin. Dema ku Davudoglu serdana Kerkukê kir, Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Partî çûne şûna Bereya Turkmenî, Pêşmerge parastina Davudoglu dikir. Ku wiha bû eger îro Tirkiye dixwazê nifusa xwe li Iraq û Suriye zêde bike, Kurd dikare hevkariya Tirkiye bike. 

* Niha Tirkiye piştgîriya artêşa azada Suriye dike, li Iraqê jî piştgîriya Turkmenan dike, bi raya we şûna wê piştgîriya Kurdan bike zêdetir kar nake?

Meseleya Kurd û sermayeguzariyê

– Bi berevajî ve, bi raya min li Iraq zêdetir piştgîriya Kurd dike.

* Piştgîriya Kurdan dike, lê belê li çarçêweya sînorekî diyarkirî da. Eger ev pirsgirêk li Tirkiye bête çareser kirin, sînorê Tirkiye digihe Kerkuk û digihe Qamîşlo û hemû bajarên dinê Kurdistanê.

– Belê, Tirkiye niha li Iraqê, hevkariya Barzanî dike, nêzîkî 12 milyar dolar sermayeguzariyê li wê navçeyê da kiriye, dixwaze meseleya Kurd li wir da kurt bike ku kompanyayên bazirganî li wê Herêmê da bixe holê. Lê belê li rastiyê da çareseriya meseleya Kurd tişteke û hevkarî kirina Barzanî tiştekî dine.

* Eger zext li ser Îranê gelek zêde bibin û guhertin li rejîmê da dirust bibê, meseleya Kurd li wir jî serî hildide. Tirkiye çawa temaşa Kurdistana Safawî dike, li wir çawa nêzîkî meseleya Kurd dibê?

– Li Kurdistana Safawî jî, li çend cîhekî nebê, zêdetirê wan Kurdên Sunne ne. Kurdên Îranê ne wekî Kurdên beşên dine. Li gor beşên din moderntirin. Heta radeyekî serbixweyiya wan hebûye. Bêguman eger li wir jî meseleya Kurd serî hilbide, Tirkiye ditirsê. Wiha li Kurdistana Suriye ditirsê, ku beşekî biçûkê Kurdistane. Kurdistana Suriye dîroka wê li gel dîroka Kurdistana Bakûr hevbeşe. Ji bo wê yekê jî PKK li wir hêzekî mezine. Çawa li Kurdistana Başûr, Partî û Yekîtî hikumetê dirust kirin, îro jî li Suriye, PKK mijulî damezrandina dewlete. Ji bo wê yekê jî Tirkiye ji vê meseleyê ditirsê. Eger guhertinek li sînorê siyasî navçeyê da dirust bibê, wê demê bêguman meseleya Kurd dihête guhertin.

Siyaseta Tirkiye li Suriye

* Gelo piştgîrîkirina Tirkiye ya li artêşa azada Suriye, siyasetekî şaşe?

– Neku tenê ji bo Kurdan, belku ji bo Elewî, Mesîhî û Durziyan tiştekî şaşe. Ji ber ku hemû ji artêşa azad ditirsin. Siyaseta Tirkiye li Suriyê da divê wan hemûyan li xwe bigrê. Wate dilniyayiya ewe bide ku sibê li welat de hemû li mafên xwe de wekhev dibin. Her mafekî Mesîhiyan hebê, Kurd jî heman maf hebê. Lê belê Tirkiye bi vê siyasetê hengavê neavêtiye. Siyaseta wê tenê li berjewendiya Erebên Sunne da bû. Encama wê jî eve bû ku îro li Suriye şerekî mezin peyda bûye. Ev şer jî dawiya xwe nîne. Niha Nato jî bête nav meseleyê êdî nikare tiştekî bike. Ew şera li Iraqê peyda bû, çî jê derket? Hê jî Kurd û Şî’e û Sunne û Turkmen li nav xwe da pêknayên. Ji bo wê yekê jî siyaseta Tirkiye li Suriye şaşe. Divê siyasetek bike ku Kurd û aliyên din jî jê sudmend bibin.

* Berî çend hefteyek çalakiyên greva birçîbûnê ya Kurdan li holê da bû. Bi raya we eve derfetek nebû ji bo Erdogan heta ku çareseriya pirsa Kurd nêzîk bike, yan ew tenê roj derbas dike û naxwaze tişteke din bike?

– Meseleya Kurd li Tirkiye, bi siyaseta nasyonalîstî çareser nabê. Pêwîste zimanê dîplomasî û birayetî‌ û aştiyê bikevê kar. Ev pirs li meseleya Suriye de tûşî çeqbestê (kêr giha hestî) bû, diviya destpêkê de li Tirkiye meseleya Kurd çareser bibê, paşê li Iraq û li Suriye û cîhên din. Niha Kurd jî û Tirk jî hemû hewlên xwe li Suriyê de komkiriye. Eger Kurdên Suriye karîn meseleya Herêmî Federalî û mafên xwe li destûra nû da bipejirînin, ew tişteke cûdaye. Wê demê dinya jî bi Malîkî dibêje tu nikarî ne heqiyê li Kurdan bikî. Ji bo Tirkiye jî baştir dibê.

Kurd çiye û mafên wan çine?

* Niha civaka Tirkiye, xelkê akademî, rewşenbîr, hunermend û ramana wan ji bo çareserkirina vê pirsê amadeye?

– Ramana wan her dem diguhere. Dema Herêma Kurdistana Başûr hate damezrandin, hemû kes digot: Eve çiye?, bi niyaz bûn li dijî wan şer bikin. Ku îro 12 milyar dolar pere têde kar dikin. Em dibêjîn pêwîste rastiya tiştan binasênîn, Kurd çiye? mafên wê çine? wekî mînak îro dewleta Tirkiye li gel Kurdên Iraq mijulî danustandina bazirganiyê ne, ji bo çi xelkê Tirkiye tu pêwendiyekî wan li gel we tûne? Yan tu rojnamevanî, bi Kurdî dinivîsî, kî li Tirkiye dikarê nivîsên te bixwînê? Ew navendê me dikarê meseleya Kurd bi zimanên din bixe ber çavê xelk, li Tirkiye konferans saz bikîn, kongreya rojnamevanî bikîn, ji bo wê yekê ku xelkê Tirk jî bizanin ku Kurd mirovin û dixwazin weku mirov bijîn, ne şerxwazin. Em vê meseleyê bi bêyî Farisan, Ereban û Tirkan nikarîn çareser bikîn. Divê vê meseleyê pêkve çareser bikîn. Tenê bi şer jî nayê çareser kirin. Li hinek cîhan pêwîstî bi dîplomasiyê heye, bi rûniştin û masaya guftûgoyê heye, pêwîstî bi hevdû nasînê heye. Eger xelk hevdû binasin, dijminayetî jî namîne. Kar û armanca me dirustkirina dostayetiya xelk û aştiyê ye. 

Bi baweriya min, xelkê Tirkiye alîgirê aştiyêne. Pêwîste em hemû meseleyekî pêwîst bi Kurdan li Tirkiye binasênîn. Pêwîste li rêya semîner û konferansan dostayetiya xwe bi hêztir bikîn. Bi bêyî hevdû em nikarîn kar bikîn. Wekî mînak îro ez û tu me hevdû naskir. Ez ku diçim Hewlêrê, li gel du kesan pêwendiya min heye, yek Ezîz Barzaniye li Zanîngeha Selahedîn, ewê din Mehmud Cotyar e, hevkariya me dikin. Ji bo çi li Silêmanî kes hevkariya me nake? Divê ji îro pêve pêwendî û hevkarê me zêdetir bibin. Ji ber ku eger meseleya Kurdan li Tirkiye çareser nebê, gelek pirsên we jî wekî xwe dimînin.

Eger AKP neke, partiyeke din çareser dike?

Kurdê Başûr çawa gihîştin vê rojê? Eger bêt û xelkê we ji we razî bê wê demê xelk we diparêze û ne serbazê Iraqê û ne serbazê tu welatekî din nikare bikevê nav axa Kurdistanê. Eger ev meseleya îro jî çareser nebê, pênç salê din her çareser dibê. Eger AKP çareser neke, sibê partiyekî din tê û çareser dike. Em li wê baweriyê dane ev mesele her çareser dibê. Ji bo wê yekê jî eger dixwazin serbikevin, nabê pişta xwe bidin xelkê. Divê karekî wiha bikin ku Tirkiye jî li vê têbigihe, bizanê ku Kurd wekî berê nemaye û daxwaza mafê xwe yê însanî dikin. Tirkiye welatekî nûjene û dikarê têkilî civaka Ewrupî bibê. Kurd jî dikeve nava vê têkilbûnê. Doza Kurd pêwîste bibê meseleya Yekîtiya Ewrupa, eve jî li ser Tirkan da derbas dibê. Ji bo wê yekê jî eger bi zorê jî be, pêwîste li gel Tirkan li dor masayek kom bibîn û vê meseleyê çareser bikîn. Eger meseleya Kurd li Tirkiye çareser bibê, Kurd li hemû cîheke dinyayê rizgar dibê. Eger Kurd hemû bibin yek, neku her li Silêmanî û Hewlêr, belku li hemû beşên dinê Kurdistanê, wê demê ev mesele çareser dibê.

 

Hevpeyvîn bi Soranî: Stran Abdullah – Enqere

Wergera bi Kurmancî: Mîrhac Mistefa – Hewlêr

 

 

Back to top button