Ji bo yek alî kirina daxwazên YNK îro mektebên siyasî yên PDK û YNK wê kombun û rûniştina sibe ya navkirina Serokatiya Parlemenê dê girêdayî encamên vê kombûnê bin.

Dilşad Şe’ban Parlementerê PDK diyarkir ku wekî mercê beşdariya hikumetê, YNK xwestiye Cîgirê Serokê Parlemen ji bo wan be, her wiha hinek guherîn di wezaretan da bêne kirin û got: Eger PDK vê daxwaziyê qebûl kir, sibe Parlemena Kurdistanê ji bo hilbijartina desteya Serokatiyê wê kom bibe.

Her wiha da zanîn ku bi vê çendê postê Serokê Parlemen wê ji bo Goran be, Cîgir ji bo YNK û Sekreter jî ji bo PDK.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: