Polîtîk

Eger Îraq bihêz bikeve dê êrîşî Kurdistanê bike

 

Edhem Barzanî endamê civata serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê li ser malpera xwe a Facebookê hişdarî da ku her dema Îraq ji aliyê leşkerî ve bihêz bikeve dê êrîşî ser herêma Kurdistanê bike û dê li dijî mafên gelê kurd derkeve.

Edhem Barzanî dibêje ku beşdarîkirina aramkirina rewşa emnî ya Îraqê dê kartêkirineke xerab li ser herêma Kurdistanê bike.

Barzanî dibêje ku, wî tu carî îtîraf bi îraqîbûna xwe nekiriye û herêma Kurdistanê jî beşek ji Îraqê nezaniye û ew rola nuha berprisên kurd ji bona normalkirina rewşa Îraqê dilîzin, di dawiyê de dê kartêkirneke xerab li ser herêma Kurdistanê hebe.

Edhem Barzanî endamê civata serokatiya PDK li ser malpera xwe ya Facebookê tekîdê li ser wê yekê dike ku her dema îmkan û çiyanên leşkerî yên Îraqê çê bûn, hîngê dê li dijî mafê gelê kurd derkevin û dibêje: Dîrokê îspat kiriye ku nakokiyên navbera aliyên îraqî çend kûr bin, helwestê wan li hember mafên rewayên gerlê kurd yek helweste.

Weke tê zanîn di meha borî de jî, Edehem Barzanî daxaz ji berorisên kurd kiribû ku fişarî li ser parlamentoya Kurdistanê bikin daku biryarekê ji bo encamdana referendumê ji bo diyar kiriba paşeroja herêma Kurdistanê bide.

 

Back to top button