Eger em bi PDKê re tev negerin, pirsgirêka Kerkûkê çareser nabe
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafîl Talebanî, ku mêvanê panela “Rewşa navxweyî û kêşeyên aramiya Herêma Kurdistanê” bû, behsa rewşa Herêma Kurdistanê û aloziyên vê dawiyê kir. Talabanî,herweha li ser aloziyên ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û li ser pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê nirxandinek kir.
Talebanî diyar kir ku pirsgirêka sereke ya hemû Kurdistanê ji partiyan tê û got, “Pirsgirêka me ya bi PDKê re ev çarçove ye. YNK ji pirsgirêka me ya bi PDKê re ne rehet e. Ji ber ku gelê Kurdistanê herî zêde ji vê aloziyê zirarê dibîne”.
“Bi PDKê re di 5 deqîqeyan de pirsgirêk çareser dibin”
Talebanî bal kişand ser wê yekê ku kêşeya di navbera her du partiyan de hêsan e û eger bixwaze di 5 xulekan de çareser dibe û got, “Divê em li şûna mijarên wisa hêsan bi mijarên girîngtir û stratejîk re mijûl bibin”.
Talebanî bi berdewamî got, “Ne normal e ku aliyên siyasî bi hev re bikevin hevrikiyê, lê dema ku saziyên hikûmetê ji bo hilweşandina hêzek din a siyasî bikar bînin, ev mijarek ne rast e”.
Talebanî diyar kir ku YNK wê li ser boykotkirina civînên kabîneya Herêma Kurdistanê berdewam be û got, “Heta ku pirsgirêk çareser nebin, em ne amade ne beşdarî civînên kabîneyê bibin”.
Serokê YNKê diyar kir ku cîgirê serokwezîr Kubad Talebanî ev demek dirêj e beşdarî civînên hikûmetê nebûye, lê şirîkên hikûmetê qet telefonî wî nekirine û nepirsîne. Kubad ji bo ku bi hikûmetê re bi hev re kar bike, bi partiya xwe re şer kir. Ji ber ku li dijî partîbûnê bû berdêlên giran dan. Dibe ku ez partiyek im, lê Kubad ne wisa bû. Dîplomatek e, xêrxwazekî Kurd e”. Bafil Talebanî bal kişand ser wê yekê ku ew amade ne bi PDKê re “li fezayê jî” bicivin û got, “Em li şûna hilgirtina ala partiyan, ala Kurdayetiyê hilgirin. Wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê deriyê me yê diyalogê her dem vekirî ye”. Eger em bi PDKê re tevnegerin, pirsgirêka Kerkûkê çareser nabe. Talebanî diyar kir ku wan bi PDKê re ji bo Kerkûkê ti hewldanên hevpar nekirine û got: “Lê ez vê yekê bibêjim, eger em bi PDKê re hevkariyê nekin em nikarin pirsgirêka Kerkûkê û 140 xalan çareser bikin”. Talebanî diyar kir ku ji ber pirsgirêkên di navbera her du partiyan de xebatên saziyên hikûmetê û hêzên ewlehiyê rawestiyane.