Eger derfet bi dest Kurdan bikeve wê wek miletên din bin
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û Serokê Borda Zankoya Amerîkî li Kurdsitan – Duhok Mesrûr Barzanî di gotarekê di merasîma vekirina Zankoya Amerîkî li Kurdistanê – Duhok ragehand: “Tikaya alîkarê min bin di salvegera şoreşa 1991 û azad kirina Duhokê di hema rojê de berî 2 salan jibo min şerefek bû ku min yekem kevir di bingeha ava kirina vê zankoyê de danî, îro em li virin û ahinga vekirina avahiya Cenêral Mistefa Barzanî vedikin, di heman demê de ez spasya Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikim ku, di ava kirina vê zankoyê de alîkarbûn.” Mesrûr Barzanî tekez kir ku, kar jibo vekirina Zankoya Amerîkî li Kurdistan- Duhok ne karekî hesanbû, jiber wê demê Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de bûn, lewma spasya Pêşmerge kir. Herwiha amaje bi wê yekê kir: “Hindek ji di wê yekê têdighên ku ev demek malbata me di ware perwerde kar dikin, ev yek gelekî girînge û nîşana wê jî dide ku ev avahî li vir tê vekirin û bi navê Cenêral Mistefa Barzanî, ku berdewam dixwest perwerdeyê geş bike, ez gelekî biçûkbûm dema wî koça dawî kir. Ez spasiya wî dikim ku ew xwedî wê role bû, cihê şehnaziya min ku ez bibim Pêşmerge û rêbaza wî berdewam bikim, bi pêwîstî jî zanî ku divê bi coş û germî pêşwazî li vê pirojeyê were kirin, jiber zanko rolek mezin heye di geşkirina perwerdeyê de û ava kirina xwendevanan û got: “Em nikarin sûdê ji xwendevanan bikin heger ew perwerdeyekî baş nebînin, bêyî ku rahênana baş werbigrin, bi handana Zankoya Amerîkî wê armancên me pêkbên di demokratî, mafê jinan û xwazyarên serkeftinê di pêşerojê de wê were tomar kirin.” Mesrûr Barzanî di gotara xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku, Îro 14 Adarê 5 keçên Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgar kirin, di vê çarçoveyê de amaje bi wê yekê kir: “Zankoya me wê bibe navendek jibo alîkariya wan jinan ku rastî tûndîtîjiyê hatine, bitaybet ewên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.” Serokê Borda Zankoya Amerîkî li Kurdistan- Duhok heviya serkeftinê ji xwendevanan re xwest û ragehand: “Wek serperştê desteya birêvebirina zanko, her karek jibo handana xwendevan gerek be em di xizmetê de ne.” Di dawî de got: “Di dema ku ez xwendevanê zanko bûm, min gelek hewlda ku ez xwendevanekî serkeftî bim, jiber min digot helbet li Kurdistanê xwendevanên zîrek tir li Kurdistanê hene, lê derfetên baş nebûn , ez dibêjim heger derfet bi dest Kurdan bikeve wê wek miletên din bin.”