HevpeyvînPolîtîk

Eger Barzani neba Şingal azad nabiya

Siyasetmedar û rojnamevanekî êzîdî dibêje, eger Barzanî nebûya Şingal ji destê DAIŞê rizgar nedibû. Siyasetmedar û rojnamevanê êzîdî Nayîf Reşo, bi helkefta duyemîn salvegera jenosîda Şingalê ji BasNewsê re axivî û behsa jenosîda Şingalê kir. Nayîf Reşo diyar kir ku ew jenosîda ku hat serê Şingal di sedsala 21ê de, pir bi êş bû ji ber ku di wê bûyerê de tevahiya pîvanên mirovahiyê hatin binpêkirin. Karesata Şingalê  piştî 100 salan dîsa qewimî. Keç û jin hatin firotin. Reşa her wiha got, di yekemîn roja jenosîdê de , parlamentera êzîdî Viyan Dexîl li parlamentoya Iraqê giriya û dengê xwe gihand serokê Amerîka Barack Obama û Ewropa. Piştî wê alîkariya êzîdiyan hat kirin. Em niha dixwazin parlamentoya Iraqê jenosîda êzîdiyan bi fermî qebûl bike. Wî siyasetmedarê êzîdî behsa rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hawarçûna êzîdiyan de jî kir û got, eger Barzanî nebûya Şingal nedihat rizgarkirin. Barzanî ji ber ku kurdên êzîdî, baregeha xwe bir devera Sihêla ya Şingalê û li wir ma. Qonax bi qonax xebat kir, di qonaxa heştem de çû ser çiyayê Şingalê paşê mizginiya azadkirina Şingalê da û bi fermandehiya wî Şingal azad bû. Li gorî Nayîf Reşo, heta radeyek baş peyama Barzanî ya tolvekirina ji DAIŞê û xebata jenosîdnasandina komkujiya Şingalê û dadgehîkirina xemsaran gihîştiye cihê xwe.  

Back to top button