DosyaRojev

Eger Amerika ji Iraqê derkeve ji Kurdistanê jî derdikeve

Amerikayê biryar daye ku heta dawiya sala 2021ê hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne. Di vê derbarê de Rojevakurd çend pirs ji Dr.Ekrem Onen pirsîn. 

Rojevakurd: Gelo biryara Amrîkayê ku hêzên xwe yên leşkerî ji îraqê vekêşe biryareka tektîkiye ku hêzên Heşda şe’bî, bi taybetî yên ser bi Îranê ve razî bike, yan jî biryareke û dê cêbicê bike? 

Dr.Ekrem Onen: Em di serdemek weha dijîn ku guhertinê geopolîtîk û siyasî pir zû têne guhertin, hevpeyman pir zû dikarin bibin dijberên hev, her weha dijberên hev pir zû dikarin bibin hevpeyman. Her weha konjuktur pir zû tê guhertin. Ev tev ji ber têkçûna sistema cihanê ku di sala 1989 da têk çû (bi têkçûna Sovyetê ) heta nuha jî tu sistem nehate ava kirin û ev şer, pevçûn û tevlihevîya li cihanê jî ji bo avakirina sîstemek nuhe. Weha diyare ev rewş wê hinekî din jî berdewam bike. Wek yek ji du welatên ku serkêşîya sistema cîhanê ya derbasbûyî yekîtîya Sovyet ji salên 1980 de ket krîzekê û di sala 1989 de ji hev bela bû ev belabûn gelek buha li ser Rûsya runişt wek eşkereye Rûsya di sala 2008 de hêdî hêdî bi serxweve hat û nuha cardin bû hêzeke ku bê wê kêm pirsgrirêkên global tên çareser kirin.

Bi ya min DYA nuha di krîzek navxweyî wek a Sovyetê salên 1980 deye, krîza navbera “Patrîota” û “globalîsta”, bûyerên di hilbijartinê dawî yên DYA ji mere ev zelal rêdan, ev siyaseta DYA wek li gelek herêmên cihanê nuha bi ser nakeve encamê vê rewşa DYA ye. Ji ber wê beyana wana ji bo ji iraqê derketin ne taktîkîye divê bi teybet Kurd cidî bigrin û xwe ji rewşa xerab re amade bikin. Hûn di zanin ji zûde gotin emê ji Afganistanêjî derkevin waye derketin. Belkî DYA wek Biden jî di gotara xweya ji bo xelkê DYA got ku wan texmîn ne dikir bi vi awayî û zu bibe. Way bû û DYA di raya giştî de derbek ji ya Wîetnamê mestir xwar. Ev tişt ji bo İraq û Kurdistanê jî dikare tekrar bike. Divê Kurd xwe ji rewşa herî xerabre amade bikin. 

Amerîkayê di bin zixta êrîşê Heşda şe’bî ev biryar da yan jî armanceka dî ya Amirîkayê ji vê biryarê heye? 

Wek min li jor jî behs kir, ez ne bawerim DYA di bin zexta Heşdî şeebî biryarek weha digre. Pirs ji Heşdî Şeebî , iraq û îranê mestire, bêhtir hesabê geopolîtîk û Globale her weha ya asasî krîza navxweyî a DYA (konsensûsa navxweyî a DYA ku ji 100 virde ava bûbû têkçûye). Wek mînak bûyerên li Afganistan bûn ne ku DYA bi hêza NATO û hêzên hevpeyman doR 60 welat bûn ku nikarîbûn bi Talibana na, li vir divê em rola Rûsya ji bîr nekin ku dema Sovyet ketibû Afganistanê ku DYA piştgirî dan talîba Sovyet mecbûrkirin ji Afganistan derketin her weha Rûsya jî nuha pìştgirî dan taliba ev bûyer bi serê DYA de anîn (Rûsya revanş kir) her weha rola çînê ku wan jî sergirtî piştgirî dan Talîba.

Îspata vêya ewe ku dema Talîban ketin Kabûlê DYA û  temama welatên endamê NATO û hevpeyman balyozxanê xwe girtin revî revî ji Afganistanê derketin berî ku Taliban bikevin Kabûlê  bes Rusya û Çîn balyozxanê xwe ne girtin ne bes weha Talîban bi xwe hatin ji konsulê Rûsyare gotin ewê balyozxana Rûsya biparêzin û parastin ev tev ji mere rê dide rêdab pirs ji talibana mestire hesabê geopolîtîke. Ev heta derecakê ji bo iraqê jî wehaye. 

Eger Amirîka ji Îraqê vekêşe, rewşa Îraqê çewa dibe, şerê navxwe dest pê dike, dê rola Îranê çi be?

Li iraqê jî heman tişt dikare tekrar bike dikare şerekî navxweyî derkeve, lê li iraqê ji Afganistanê ferq rewşa Kurdan heye dewletên dorê dikarin êrîşî ser herêma Kurdistanê bikin her weha wek li Afganistanê Rola Rûsya û Çîn wê çawabê? ji ber berjwwendîyên xwe wek di 2017 de Rusya dikare roleke piştgirîya herêma Kurdistanê bike bilîze, ji ber gelek berjewendîyên aborî û geopolîtik yê Rûsya li herêma Kurdistanë heye, şîrketên Rûsya  yên mezin wek GAZPROM, ROSNEFT, LYKOIL, TATNEFT û gelekî din bi milyardan dolar investering li herêma Kurdistanê kirine, zu bi zû dev ji berjewendîyên xwe yên li herêma Kurdistanê bernadin her weha çin hesabê wêyî aborî û geopolîtîk li iraqê heye. 

Gelo Amirîka dê ji herêma Kurdistanê jî vekêşe? Eger vekêşe senariyoya Avganistanê li herêma Kurdistanê dubara dibe ku Heşda şe’bî êrîşî ser herêma Kurdistanê bike? divê serokatiya herêma Kurdistanê çi tedbîr werbigire? 

Bi ya min dema DYA dibê emê ji iraqê derkevin herêma Kurdistanê jî wek perçakî iraqê qebûl dikin û qesda wan heger derkevin wê ji herêma Kurdistanê jî derkevin. Divê tevgera Kurd dev ji armancên xweyî stratejîk bernede lê divê realîst bin û siyaseta rast a rasyonel-realiste, heta nuha nerîna DYA, Rûsya, Çin û YA di pirsa Kurd de di çarçewa hudûdê welatê Kurdistan perçekirine deye ev nayê wê meenê ev her dem wê wehabe, em di qonaxejw weha de derbas dibin ku em li ber avaya sistemek nuh a cîhanê ne her gav rewş tê guhertin divê Kurd xwe ji guhertinan re amade bikin.

Ev demê dawî di medya Kurdî de gekek êrîş diçin ser DYA dujminatîya wê tê kirin. Li vir dixazim tiştekî ku her dem tekrar dikim careke din b êjim, divê Kurd bi tu awa dijminatîya DYA, RÛSYA, ÇÎN û YA nekin, ev welatana tu dijminatîya wan bi Kurdare nîne. Ev welatana ji bo berhewendîyên xwe tevdigerin û berjewendîyên wan globalin, car caran berjewendîyên wan û Kurdan li hev dike em dibin hevkar car caran konjukturel berjewendîyen me û wan li hev nake em her kê li alîkî cuda cih digrin , lê ew nayê wê wêteyê Ku ew dujminatîya Kurda dikin, berjewendiyên xwe diparêzin divê Kurd bi tu awayî dujminatîya wan nekin, dujmunatîya wan ne di berjewendîyê Kurdan deye. Dema berjewendîyê me û wan li hev dike dibê em wê fersendê bi kar bînin heger em bi kar nînin ew ne sûcê kesî ye divê Kurd li xwe binerin ew çi dikin?  

Li Başûr binere ev 30 salê DYA û hevpeyman ew parastin heta nuha Kurd nikarin fiili hukumeteke, parlemetoyekê, ordîyakê, îsatixbarateke yekgirtî çêkin, başe bila DYA û hevpeyman çi bikin hîn?, heman tişt ji bo Rojavayê Kurdistanê jî derbas fibe ev dor 14 sala ye geh bi DYA geh bi Rûsyare di têkilîya dene, heta nuha li Rojava dikaribû hilbijartin kiribana parlementok herêmî ava bikirna, referandûmek ji bo idarak herèmî kiribana, hukumetek heremî idarî ava bikirna ne DYA û ne Rûsya dijberîya vê ne dikirin,heta di daxwazê miletê Kurd milli de DYA û Rûsya ji heza li Rojava ku nuha xurte bêhtir ji Kurdare dixwazin,minak Rysya dibêjê di paşeroja Sûrîde divê Kurd mafekî millî bi dest xin hêza nuha xurte deshilate divê ” em federasyona bakurê rojhilatê Surî dixwazin “gotineke ku tû daxwazê Kurda têde nine, şiarak şolî ne diyare çi dixwaze.  Di xwazim bêjim em li şûjina di çavê xwede nabînin le derzîya di çavê xelkêde dubînin. Bi kurt kurmancî xelk bi “siyasetvanê” kurd re betilin-westîyan.

Back to top button