CîhanCivak

Eger Alan Kurdî bijiya dê bibûya dixtor, mamosta yan jî bavekî dilsoz

Kovara Fransî ya Charlie Hebdo, ku kovareke rexneyî ye û bi karîtoran bûyeran dişopîne û şirove dike û gelek caran jî bi zimanekî tûj vê karî dike.Tê zanîn ku ji bo vê Kovarê di derbarê misilmana de karîkatorek belev kirîbû, bû armanca êrîşekî terorîstî û di encam de gelek karmendên Kovarê hatibûn kuştin û birîndar kirin.Alan Kurdî wek bi sedan penaberên kurd ji Kobanê li gel malbata xwe reviyabû. Lê qiraca derya Egê çarenûsê bi dehan zarokên kurd jiyabû. Alan di deryayê de xweniqî û termê wî li keviya derya Egê hate dîtin.Alan bû sembolek ya trajediya koçbera û zarokên kurd.Kovara Fransî Charlie Hebdo vê carê karîkatorek belav kir. Di karîkatorê de behsa misilmana û penaberan dike. Behsa destdirêjahiya hinek ciwanên misilman ya keçên Fransî dike.Charlie Hebdo vê carê Alan bi karanîbî. Digot ku eger Alan jî bijiya dê biba yek ji wayên destdirêjahiyê li Fransa dikin. Charlie Hebdo karîkatorek nijadpersetî di pirsa Alan de pêkanî bû. Lê ev babet di medya kurdî de gelekî cih nestand. Di bingehê xwe de pêwîstbû ku ev kovar bihata şermezar kirin.Şahjina Urdunê û hevjîna Şah Ebdullah bersiva kovara nijadperest da.Şahjina Urdunê got: Eger Alan bijiya dê bibûya pizijk. fft107_mf6888104Charlie Hebdo gotibû:“Eger Alan Kurdî nemiriba dê çi lê bihata? Dê mezin bibûya û dest bavêta keçên wî welatî ku mafê penaberiyê daye wî!…” karikator-alanŞajina Urdunê bi karîkatorekî bersiva Charlie Hebdo daye û bi zimanê fransî wiha nivîsandiye: “Eger Alan Kurdî nemiriba dê bibûya dixtor, mamosta yan jî bavekî dilsoz…”

Balkêş e ?
Close
Back to top button