Efserên şehîd rayên dara azadiyê bi hêztir dike
Her du rûdawên dîrokiyê derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbarê Aras û li sêdaredana çar efserên qehremanê Komara Kurdistanê bi destê rejîma paşayetiya Iraqê, pire li waneya bawerî bi xwe bûn û xwe bi dest ve nedana gelê Kurdistanê li beranber zulm û dagîrkariyê da.
Barzaniyê Nemir û hevalên wî li şer û berxwedanekî bêwêne de serweriyekî mezin tomar kirin û xwe nedane destê dagîrker û li 18.06.1947 an de ji rûbarê Aras derbasbûn. Piştî wê li roja 19.061947 an de dijmin çar efserên serbilindê Komara Kurdistanê li sêdare da û wan şehîd kirin.
Dijmin wiha zanî ku bi sêdaredan û koçberî û derxistinê, dawî li xebata gelê Kurdistanê aniye û ruhê azadîxwaziyê ji wî gelî wergirtiye. Lê belê nedizanî qurbanîdan û nehametî û derbederiyê gedeyên gelê Kurdistanê hewêna berdewambûna xebata wî gelî ne. Dijmin nedizanî xwe bi dest ve nedana Barzanî û hevalên wî û şehîdbûna efserên qehremanên Komarê, ra û rîşeya dara azadiyê bi hêztir û paşaroja gelê Kurdistanê ronak dike.
Li van du bîranînan de hezaran silav ji bo canfedayê Barzaniyê Nemir û hevalên wî re dişînîn ku saniye bi saniye xebata wan ji bo nifşên me yên paşarojê waneya bawerî bi xwe bûnê ne. Hezaran silav li giyanê pakê çar efserên qehremanê Komar ku wekî wan bi xwe gotî benê sêdarê navê wan li bîranîna neteweya wan de nexşand.