Economist: Sultan çi dike
Kovara Ingilizî Economist di derbarê Erdogan û rewşa niha ya Tirkiye de nirxandinek kir û kovar pêşniyar dike kû di hilbijartinan de divê Erdogan hertiştekî û desthilatê bide serokkomarê niha Abdullah Gul.
Economist dibêje ku, bûyetên Parka Gezî wek bûyerên meydana Tehrîr û Trablusê ne. Stanbulê bajarê herî mezin yê Ewropayê ye û dawenda bazirganiyê û finansê ye.Ev protesto li dijê lîdere ku piştî Ataturk yê herî mezin Erdogan e. Protestoya li himber Erdogan wek agirê daristanekî li welat belav bû.
Li gora Economistê hinek dibêjin ku, Îslam û Demokrasî bi hevre nabe. Lê pirs ne dîndariya Erdogan e otorîta wî ye.
Erdogan çavek biçûk li burjuvaziya Stanbul û Îzmîre dinêre. Lê hinek jî dibêjin pirsgirêk ne Îslama Erdogan bi xwe ye.
Economist nivîsa xwe bi van gotina dawî tîne: Ev xwepêşandan ne tenê ji wan pêktên ku yên li himber gazê histirên çavan dirêjînin.Lin gelek taxan xelk xwepêşandana dikin. Gelek ciwan demokrasiyekî berfireh dixwazin. Lê gelo ka wê sultan rê bide vê yekê? Niha her tişt helwesta Erdogan ya li himber xwepêşandanên Parka Gezîyê ve hatiye girêdan.