Cîhan

DYA êrîşê Yemenê kir: 12 kuştî, 30 birîndar

Piştî fermana Serokê DYA Donald Trûmp, êrîşên li ser Husiyên Yemenê berdewam dikin. Di êrîşa artêşa Amerîkayê ya li ser paytexta Yemenê Sanayê de herî kêm 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Di berdewamiya êrîşên xwe yên li dijî Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li Yemenê, artêşa Amerîkayê vê carê herêma El-Ferwah a li paytexta wî welatî Sana kir armanc.
Li gorî nûçeya El Masîra TV ya girêdayî Hûsiyan, di êrîşên li nêzî bazarekê de herî kêm 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.


Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin xirbeyên avahiyên hilweşiyayî de dewam dikin. Herwiha hat ragihandin ku bajarê Saada yê li bakurê Yemenê jî bûye armanca êrîşên Amerîkayê.


Serokê Amerîkayê Donald Trump di 15ê Adarê de ragihandibû ku wî ferman daye artêşa Amerîkayê ku êrîşeke mezin li dijî Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li Yemenê bike. Piştî pêşveçûnê, Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî (CENTCOM) gelek êrîşên esmanî birin ser hedefên Hûsiyan ên li deverên cuda yên Yemenê. Herî dawî jî di encama êrîşa artêşa Amerîkayê ya li ser bendera sotemeniyê ya Ras Îsa ya bajarê Hudeyde ya Yemenê de 80 kes hatin kuştin û 170 kes jî birîndar bûn.


Back to top button