DYA firotina çekan raste rast ji bo Kurdistanê pejirand. Tê zanin ku heta niha Amerika bi rêya Bexdayê çek ji bo pêşmerge rêdikiran. Tu cara awayê pêwist ev çek ne digihatin destê pêşmerge.Senatoya DYA gelek car ev yek gengeşe kir û biryar girt. Lê tu cara ev yek pratikê de pêk nedihat.Li gora nûçeya Ajansa Reuters niha Amerika raste rast çeka difroşê Kurdistanê û Pêşmerge çekên ku pêwist ji Amerika bê ku rizamendiya Bexdayê hebê dikire.Wezareta Derve ya Amerika bi kasî 295,6 milyon dolaran firotina çek û alavan bo Peşmergeyên Kurdistanê erê kiriye.Ev yek wekî yekem firotina çekan û alavan yekser ji alî Amerika ve, bo Pêşmerge ye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: