DYA bi fermana Trump êrîşê Yemenê kir
Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku li Yemenê li dijî Hûsiyan êrîşek dijwar pêkanîne û dîmenên dema lêxistina hedefên Hûsiyan bi raya giştî re parve kir. Hûsiyan ragihand ku hejmara kesên di êrîşan de mirin derket 24an.
Artêşa Amerîkayê bi fermana Donald Trump operasyon li dijî Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li Yemenê pêkanîn.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de ragihand ku Hûsiyan ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hatine armanckirin û herwiha got: “Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê, nehiştina dijberan û vegerandina azadiya seyrûseferê, dest bi rêze operasyonan kiriye ku di nav wan de êrîşên teqez li dijî hedefên Hûsî yên ku Îran piştgiriya wan dike li Yemenê hene.” CENTCOMê jî dîmenên dema lêdana hedefên Hûsiyan bi raya giştî re parve kir.


