Cîhan

DYA Bersiva Erdogan da: “Hemas terorist e”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de bersiva gotinên Serokkomarê Tirkiye Receb Tayyîp Erdogan ên ku gotibû, “Hamas ne rêxistineke terorîst e, rêxistineke azadîxwaz û mucahidîn e ku hewl dide axa xwe biparêze” da.

Berdevka wezereta karên Derve yê Amerikayê dibêje: ”Helwesta DYA’yê diyar e ku Hamas rêxistineke terorîst e” û wiha berdewam kir: “Helwesta me ya derbarê Hamasê de diyar e. DYA di sala 1997’an de êrîşî Hamasê kir. êrîşên li dijî hedefên sîvîl ji berê hatibûn plankirin, ji ber kiryarên xwe yên tundîyê yên sîyasî wek ‘rêxistina terorê ya biyanî’ tê pênasekirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Çawa ku bi kiryarên hovane yên ku di 7’ê Cotmehê de pêk anî de bi zelalî nîşan da, Hamas bi terorê re girêdayî ye.” “Terorîstên Hamasê daxwazên gelê Filistînê yên ji bo rûmet û aştiyê temsîl nakin “

Balkêş e ?
Close
Back to top button