Civak

DXB û FRRME xorek û pêdiviyên zivistanê dabeş kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Dezgeha Bi Hawarçûn û Aştîvaniya li Rojhilata Navîn FRRME paketên xorekê li ser 835 malbatên li wargeha Behirke ya sînora parêzgeha Hewlêrê dabeşkirin.Roja 25/01/2016 li dirêjahiya dabeşkirina alîkarî û hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê û bi taybetî ew malbatên li nav wargehan de dijîn, li helmetek da li wargeha Behirke ya sînorê parêzgeha Hewlêrê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Dezgeha Bi Hawarçûn û Aştîvaniya Rojhilata Navîn FRRME paketên xorekê li ser 835 malbatan dabeşkirin ku her paketek ji Birinc, savar, şîr, doşava temate, xwê, şekir, fasulya, şe’riye pêkhatibû.Ji aliyekî din ve Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha Behirke li helmetekî din da pêlav û pêdiviyên keçan li ser 620 keçên temen 4 heta 9 salan de dabeşkirin.

Back to top button