DXB li benda Tirkiyê ye ku alîkariyan bigihîne Xerpûtê
Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta alîkarîkirina qurbaniyên erdheja li Bakûrê Kurdistanê û ya li ser fermana Serok Barzanî de ragihand: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadeye hevkariyan bigihîne Bakûrê Kurdistanê, li gel Konsolxane û berpirsên Tirkiyê jî axaftine lê heta niha rê bi wan nehatiye dayîn ku alîkariyan bigihînin Bakûrê Kurdistanê.
Musa Ehmed da zanîn li ser fermana Serok Barzanî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêdiviyên seretayî amadekirine ku bigihînin qurbaniyên erdheja Bakûrê Kurdistanê ku ew kesên bi sedema karesatê bê mal û war mane û pêwîstiya wan bi hevkariya bi lez heye. Ji bo vê mebestê bi berdewam li gel aliyên peywendîdarên Tirkiyê axaftine û li benda wanin ku her dema rizamendiyê werbigrîn bi zûtirîn demê alîkarî û hevkariyan digihînîn hemwelatiyan.
Her wiha Musa Ehmed û got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû demê amadeye yarmetiyên mirovî pêşkêşî lêqewimiyan û qurbaniyên ceng û karesatên xwezayî bike. Li sala 2011 de me yarmetiyê gihande wan kesên ku bi sedema karesata xwezayiya bajarê Wanê Bakûrê Kurdistanê bûne qurbanî”.