Polîtîk

Duh muxaberat îro MIT

Hevserokê PYDê  Muslim Saleh serdana Tirkiye kir. Eve demek bû PYDê dixwest pêwendiyê li gel Tirkiye deyne. Lê mercên dewleta Tirk hebûn. Piştî ew merc hatin pêkanîn Muslim çû Tirkiye.

Muslim li Tirkiye li gel hinek berpirsên MITê hevdîtin kirin. Ji xwe piştî van hevdîtinan peyamên Muslim di medya Tirkî de hatin belav kirin û Muslim da xuyakirin ku dê Tirkiye arikariya wan bike.

Wek tê zanin dema çekdarên PYDê ketin bajarê Serêkaniyê ala PYDê bilind kirîbûn. Piştî Muslim serdana Tirkiye kir ew al hate daxistin.

Rojnemevanek Tirk ji Muslim dipirsê ji bo çi we ala PYD anî xwar? Muslim dibêje: Tirkiye ji me xwest me jî anî xwar û berdewambûna axavtina xwe de dibêje. “ Al ne babetek girînge“

Herweha ji berî ku Muslim herê Tirkiye behsa ragihandina hukumetekî li Rojavayê Kurdistanê dikir. Behsa xweseriya demokratik dikir û behsa gelek tiûtên din dikir. Lê li Tirkiye gotinên xwe hemû dakurtandin û ew gotinên berê ne girîng nirxandin.

 

 

 

 

Back to top button