Dublerê navdar ê Kurd Menûçehr Îsmaîlî Kirmaşanî şeva borî di temenê 83 saliyê de ji ber rawestîna dil canê xwe ji dest da.
Menûçehr Kirmaşanî 8’ê Nîsana 1939’an li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Kirmaşanî bi sedan film dûblaj kiriye û rêveberiya gelek berhemên dublajkirinê kiriye. Herwiha di gelek filman de rol leyîstiye. 60 sale karê dubleriyê dike.
Menûçehr Îsmaîlî di filma Muhammed Resûllah de, li cihê Anthony Quinn di rola Hemze de dublerî kiriye. Herwiha dublaja lîstikvanên navdar ên wekî; Steve McQueen, Humphrey Bogart, Charlton Heston û Kirk Douglas kiriye.
Şeva borî Menûçehr Kirmaşanê li mala xwe di temenê 83 saliyê de koça dawiyê kir. Termê wî li goristana Kerecê ya 30 km dûrî paytexta Îran Tehranê tê veşartin.
Çavkanî: Medyaya Îranî
Kurmanciya wê: Mihemed Tahirov