Cîhan

Du partiyên nû têne damezirandin

Piştî hilbijartina Stanbulê tevgera opozisyonê di nava AKPê de  dilepite. Tê zanîn ku hewldana avakirina du partiyên nû ji aliyê kesayetên di nava AKPê de dihata gotubêj kirin. Yek ji wan serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu bû, yê din jî wezîrê berê Ali babacan bi pişgiriya serokkomarê berê Abdullah Gul bû.

Li gora hinek agahdariyan Dvutoglu xwe amade dike ku civînekî li Elezîzê bike. Herweha çavnêrî tê kirin ku Davutoglu di civana Elzezîde ya roja 30 Hezîranê de prensibên partiya ku damezirîne eşkere bike û dest pêvajoya damezirandina partiya xwe bike.

Ji aliyek din ve Babacan û Gul jî xwe amade dikin ku meha Îlonê partiyekî damezirînin. Tê gotin ku dema Davutoglu partiyê damezirînê nezikî 20 parlementer ji nava AKPê dê tevlî partiya wî bibin. Hinge di parlementoyê de gruba partiya xwe ava dike. Ji bo vê jî AKPê pêşniyarek daye parlementoyê, da ku hêjmara avakirina grubên parlementoyê ji 20 kesî bike 30 kes. Ev jî wek tedbîreke li dijê partiya Davutoglu têye standin.

Back to top button