Nivîsar

Du dokumentên gring li ser Şêx Ubeydullahê Nehrî

Dokument: Du dokumentên grîng li ser Şêx Ubeydullahê Nehrî

Werger ji rûsî :Dr. Ekrem Önen

Dekument: 1

Rapora Konsulê Rûsya li Tebrîzê ji bo Balyozê Rûsya li Tehranê Î.A.Zînovyev re.

31.12.1878  Bajarê Tebrîz

Efendîyê Ezîz Îvan Alkseyevîç!

    Berya demekê xeber ji me ra hatîye ku Şêxê Kurdan yê navdar Şêx Ubeydûlah, Hevalên xweyî Fikrî û Dinî li dora xwe di civîne. Wek ku min xeber stendîye Şêx ji îdara Osmanîyan aciz bûye û dixwazê dewleteke Kurd  serbixwe a (Li perçryê E-Ö) dibin hukmê Turka deye ava bike û bibe serokê wê û navenda wê ya îdarî jî dixwazê bike Mûsil. Heta nuha hîn hazirîyê dike hin dest bi karê fîîlî nekirine.

Paşe min xeber ji cihe pê bawerî tê stend, ku Şêx Ubeydulah ne bê piştgirîye. Têkilîyên wî bi Tarîfê Mekê re û bi hivîde Misrê re heye. Ewê ev piştgirên wî, wê çi alîkarîyê pêre bikin ji minre ne diyare. Her weha ev xeberana jî heta nuha bi temamî ne zelalin. Tevî heman tiştan min xwest haya we jê bikim.

Bi hurmeteke mezin, bi azmek bilind û bi şeref Ekselans, qulê we Karabel

АВПР, ф. «Миссия в Персии», 1877—1896 гг., д. 1202, лл. 4, 4 об.

Arşîva siyaseta derve a Rûsya, F. ‘Vezîfa li Persîyê (Farisan E.Ö)’’ 1877-1896 .,d1202,  LL. 4, 4 ob

Dekument: 2

Kopiya rapora konsulê Erzrûmê ji şêwirmendê navsere li balyozxaneya împaratorîyê a konstantînopolê.

8 îlonê 1879. № 361

    Ji Wanê ji Turkan û înglîzan re xeberên ku xof kiriye dilê wan hatîye. Şêx Ubeydullah ewê ku berê di derheqa wîde min ji were xeber şandibû serî hildaye û ber bi wanê ve tê.

Kurdên Heyderanî ku ji deşta beyazîdê heta gola wanê koçeryê dikin gelek (ji dewletê. E.Ö) aciz bûne.

Walî Mustefa paşa bi xwe ji minre got Marşîmunê Hekarî jî ketîye nav alîyê en nerazî.

Turka çend batalyon şandine beyazîd û wanê her weha li bendê ne ku paşayê ku buye muşîrê alaya 4 a û berpisrsê vê operasyonê jî were wê derê. Di Van bûyerana de tiştê herî înteresant helwesta îngilîzanê ku piştgirîya tirkan dikin û turka sor dikin. Ev sê roje du berpirsên îngilîz ji wanê gihane vir: Lieutenant colonel, Crowder û Reverend M. Fozer. Van her du efendîyana bi zîkzaka Seferekê di ser  Samsûn, Amasya, Sîvas, Erzîncan, Mûş, Bîtlîs û Wan, di vegerê de di ser malazgirtê de hatine vira. Ji vê seferê eşkere dibe ku bê îngilîz li pê çine û bi çi awayî dixwazin serhildana Kurdan bi peçiqînin.

Bi hurmeteke mezin

АВПР, ф. «Главный архив V—A2», д. 1093, лл. 37, 38.

AVPR (Arşîva siyaseta derve a Rûsya.E.Ö) ‘Arşîva sereke V- A2’ d.1093, LL. 37, 38

Werger ji rûsî :Dr. Ekrem Önen

Back to top button