DTK: Neçin meclisê
Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), li Diyarbekirê, di civîna awarte ya derbarê biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya hilweşandina parlamenteriya Hatip Dille de, ji parlamenterên BDPyî xwest, neçin Meclisê.
Li gor AKnwes, DTKê di encamnameya civîna aweate de ku, îro li Diyarbekirê hat lidarxistin û li Parka Sumer ji aliyê berdevkê DTKê Cemal Coşkun ve hat xwendin, biryara YSKê ya derheqê Dicle de, “antî demokratîk û neadil” bi nav kir û wiha hat gotin:
– Divê hikûmeta AK Partiyê û partiya muxalefetê ya sereke, vê provokasyonê asteng bikin û parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) jî, ji bo hilweşandina biryara YSKê, dest bi kar bibe.
Di encamnameya civîna awarte ya DTKê de, cext li ser vekirina riya demokrasiyê hat kirin:
– Em ji hemû gelê xwe dixwazin, li dijî vê biryarê, çalakî û nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin.
Her wiha, bang li parlamenterên BDPyî û serbixwe jî hat kirin, slogan “Eger yek jî ji me kêm be, em naçin meclisê” bingeh bê girtin.
Duh êvarê, YSKê, biryara hilweşandina parlamenteriya Hatip Dicle ku, ji ber doza KCKê, di girtîgehê de ye, ji raya giştî re ragihandibû.