
Dr. Nemam Mehmûdaxa Kake Ziyad Xefûrî, bijîşka nexweşiyên dil û çalakvan û Rêvebera Joint Help for Kurdistan, ku rêxistineke Swêdî bû ji bo piştevanî û alîkariya Kurdistanê û bi taybetî ji bo xelkê Şingalê hatibû damezrandin, ji ber nexweşiya Koronayê, li nexweşxaneyeke Stokholmê jiyana xwe ji dest da.
Dr. Nemam, ji eşîra Xefûriye û xelkê bajarokê Koye bû û li welatê Swêdê dijiya. Dema DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistanê kir û Şingal dagir kir, Dr. Nemam Xefûrî rêxistineke mirovî bi alîkariya bijîşkên Kurd ên li Swêdê û çalakvanan damezrand û dest bi berhevkirina alîkariyan ji bo welatiyên Êzidî yên ji êrîşên DAIŞê zirar dîtine, kir.
Rêxistina Joint Help for Kurdistan, li Herêma Kurdistanê, Swêd û Amerîkayê weke rêxistineke mirovî hat tomarkirin.
Dr. Nemam Xefûrî ji bo çalakiyên rêxistinê vegeriyabû Kurdistanê û ji nêzîk ve dest bi tedawîkirin û gihandina alîkariyên mirovî û tendirustî ji bo awareyên Êzidî kiribû, bi taybetî jî ji bo zarok û jinên li kampan.
Hezkirina Dr. Nemam Xefûrî bo Kurdistan û awareyên Şingalê, wisa kiribû ku ew li cem awareyan bimîne û beşek ji jiyana xwe ji bo xizmetkirina wan terxan bike û di çarçoveya projeyên rêxistina xwe de di warên tendirustî, mafên jinan, perwerde, werziş û belavkirina hişyariyê, xizmeta civaka Şingalê bike.
Malbata Dr. Nemam Xefûrî piştî Şoreşa Îlonê di sala 1974an de awareyê Îranê bûye û malbatê ji wir jî berê xwe daye Swêdê, Dr. Nemam li Swêdê dest bi xwendinê kiriye û fakulteya tibê xwendiye.
Ji sala 2014an ve wek çalakvaneke mirovî û bijîşkekê, ji bo alîkariya welatiyên Şingalê û aware û qurbaniyên tawanên DAIŞê, vegeriyabû Kurdistanê û li kampa awareyan, xizmeta welatiyan dikir, bi taybetî jî xizmeta zarok û jinan.