Di çerova doza KCK-ê de 103 kes girtîne û di nav van girtiyan de 12 serokên şeredariyan jî hene. Îro li dadgeha Diyarbekirê doza wan destpê dike. Ji bo vê doze li Diyarbekir rewşek awarte heye. Gelek polis derdora dadgehê kom bûne. Herweha ji bo pişgiriya girtiyên doza KCK-ê gelek kesên BDP-ê ji li ber dadgehê kom dibin.
Ji Awropa hinek şand hatine Diyarbekir ji bo ku vê dozê bişopînin.
Herkes heviya vê dozêye. Biryarek ya erênî ya dadgehê dikarê bandore xwe li pêvajoya agirbestê bike.