Civak
Doza KCK-ê li Diyarbekir berdewam e
Li Diyarbekirê doza KCK-ê ya ku doh destpêkirî, îro jî berdewame. Wek tê zanîn girtiyan daxwaz kirîbûn ku êfada xwe bi kurdî bidin û di dadgehê de bi kurdî kiset bikin. Lê îro dema dadgehê destpêkir, dadweran daxwaza ku bi zimanê kurdî kiset bê kirin di dadgehê de qebûl nekirin.
Ji ber ku îdianama gelekî dirêje wê dadgehkirin dirêj be. Lê piranî hêviya wêne ku dadgeh biryara berdana girtiyan bide. Ji xwe ev 18 mehin 103 kes girtine û di nav wan de 12 şeredariyên BDP-ê jî hene.