Pêvajoya huquqî ya ku ji aliyê Baroya Rihayê ve ji bo eşkerekirina cenazeyê Saîd-î Kurdî hatiye destpêkirin, dewam dike.
Rayedarên baroyê diyar kirin ku pêvajoya huquqî ya li ser doza vekirina gora Saidî Kurdî û rakirina termê wî ji bo cihekî nediyar, ti encamek derneketiye.
Baroya Rihayê da zanîn ku ji ber ku tedbîrên navxweyî bi dawî bûne serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di doza ku ji bo eşkerekirina cihê definkirina Seîd-î Nursî/Kurdî yê ku gora wî perçe perçe bûye û cenazeyê wî hatiye revandin de, doz ji aliyê baroya me ve ji bo DMME’yê hatiye vekirin. Ev yek encama tinekirina rêyên hiqûqî yên navxweyî hatiye destpêkirin”
Baroya Rihayê piştî 57 salan di sala 2019’an de serlêdana li dadgehê kir û xwest tawanbar bêne cezakirin û daxwaz kir ku, cenazeyê Saîd-î Nursî yê ku piştî mirina wî 111 roj şûnde hat derxistin û şûnde bê dîtin û berpirsyar bên cezakirin.