Dostaniya Bexda û Amedê
Şandekî ji bajarvaniya Bexdayê ku ji 16 kesan pêk dihat li ser daxwaza fermî ya bajarvaniya Amedê seredana Amedê kirin û li gel cêgirê serokê bajêrivaniya Amedê û endamê civatê kombûn û têda pêşvebirina pêwendyên di navbera her du bajarvaniyên dîrokî hatine gengeşekirin.
Kemal Nasir Elzadî serokê bajarvaniya Bexdayê diyar kir ku ew dixwazin ji ezmûnên bajarvaniya Amedê mifa werbgirin û got: (Bexda û Amed li ser rûbarê Dicle wek du bajarên bira di dirêjahiya dîrokê heta niha ji ava Dicle vexwarine û her du bajar xwedan yek olin û gelek nirxên dîrokî û kelturî parive dikin).
Li hember de Metîn Kilavoz cêgirê serokê bajarvaniya Amedê jî diyar kir ku Amed ji aliyê dîrokî, kelturî ve bajarekî gelek dewlemende û her dem bûye navenda biratî û hevkariya di navbera gelan da û got: (li ser vê ruhê biratiyê û binemaya dîrokî em bixêrihatina we dikin bo bajarê xwe, Amedê).
Di dûmahiyê de, di warên pêşvebirina perwerdeya jinan, dirustkirina binemaya aburî ya Bexdayê, nûjenkirina cihên dîrokê li Bexdayê û di demên pêwîst de veguhorîna karmendan li her du aliyan bo yektir û di gelek warên dî peymanên cuda cuda hatine îmzakirin, bi vî rengî yekem peymana biratiyê di navbera her du bajarvaniyan hate îmzakirin.
Her wesa şanda bajêrivaniya Bexdayê daxwaz ji bajarvaniya Amedê kir ku di demek nêzîk de seredana Bexdayê bikin.
Evro