Civak
Diyarbekirê zenga metirsiyê lê dide
Li gelek welatên cîhanê xelk ji ber metirsiya belavnebûna şewba Korona li malên xwe dimînin. Her wiha li Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê jî xelk li mala xwe de dimînin û xwe diparêzin, lê li Diyarbekirê xelk derketiye piyase dike.
Li weşaneke zindî ya Kurdistan Tv de hate dîtin ku xelkê Diyarbekirê li nava kolanan û li nava parkan de xelkeke zêde tê dîtin. Pîspor hişyariya wê yekê didin ku hindî xelk nêzîkî hev bibin şewba Korona zêdetir belav dibe û ev rewşa Diyarbekirê jî metirsiyeke gelek mezine ji bo zêdetir belavbûna şewba Korona.
Her li gor ezmûnên welatên Çîn û Îtalya û Îranê, ev rewşa ku niha li Diyarbekirê tê dîtin, tê pêşbînîkirin ku piştî 14 rojan encamên gelek metirsîdar bi xwe re bîne.