Polîtîk

Diyaloga hewlêrû Bexda di çi astekî de ye

Pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê destpêkirine. Lê bi awayekî heta niha nayên ragihandin. Medya di vê derbarê de tu agahdari nedane.Li gora nûçeyeke Rûdawê; Parlamenterê Dewleta Yasa Kamîl Zeydî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand: “Guftugoya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayeke nehênî berdewam dike. Encamên van danûstandinan jî baş in.”Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Rênas Cano jî ev hewldan piştrast kir.Rênas Cano ji Rûdawê re ragihand: “Hevdîtin ne nehênî ne lê ji bo pêşiya destwerdanan were girtin û prose bi serkeftî be, li dûrê çavê medyayê guftugo tê kirin. Bi tevê hewldanên herêmî û navdewletî danûstandin berdewam dikin. Lê belê, heta niha jî hikûmeta Iraqê weke tê xwestin bersiva destpêşxeriya hikûmeta Herêma Kurdistanê nedaye. Herwiha, roj bi roj zêdetir mercan datîne. Bi nêrîna min sedema vê jî nêzîkbûna dema hilbijartinên giştî ye.”Cano di wê baweriyê de ye, ku di demekê nêzîk de Bexda dê bikeve bin guvaşa navxwe 3y navdewletî ji bo destpêkirina diyalogan û diyar kir: “Pêngava herî nû jî ew bû, ku qebûl kirin parlamenterên PDKê vegerine parlamentoyê, ku ji ber beşdarbûna giştpirsiyê biryara girtina wan hatibû dayîn.”Derbarê vê mijarê de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe ya dawîn de ragihand, ku bila alî danûstandinan bikin.Piştî bûyera 16ê Cotmehê, Amerîka û welatên Ewropayê banga diyalogê li Hewlêr û Bexdayê dikin. Herçend Hewlêrê çend caran ragihandiye, ku ew amade ne dest bi danûstandinan bikin lê heta niha jî Bexdayê ti bersivek nedaye û hevdîtineke siyasî ya eşkere jî nehatiye encamdan.

Back to top button