Cîhan

Divê zedetir hevkarî di navbera hevpeymaniya û pêşmergede hebe

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jon Alin nûnerê taybetiyê Barak Obama serokê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê ji bo karûbarên hevpeymaniya navdewletiya dijî terorîstên DAÎŞê û şandeya pê re ku ji hijmareke diplomatkar û fermandarên leşkerî pêkhatibû, kir.Di civînê de, rewşa Îraqê û herêma Kurdistanê, rewşa hêzên pêşmerge li bereyên cenga dijî terorîstên DAÎŞ û pêşdeçûn û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şer ku, pêşmerge kariye biwêrane û mêrxasane rûbirûyê êrîşên terorîstan bibin û serkeftinên mezin û hurmet û soza raya giştî  bidest bixin, hat nirxandin.Di civînê de tekîd li ser zêdetir hevahengîya navbera her du aliyan û berdewamiya alîkariya Amerîkayê bo herêma Kurdistanê  daku bi yekcarî dawiyê bi gefên terorîstan li herêmê  bînin, hat kirin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Amerîkayê bo herêma Kurdistanê kir û hevkarî û hevahengiya Jon Alin digel herêma Kurdistanê hebû bilind nirxand û got ku Alin hevkarî û hevahengiyeke gelek baş digel herêma Kurdistanê hebû.Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku, raste pêşmerge li hember terorîstên DAÎŞ serkeftin bidest xistine, lê awayê rûbirûbûna DAÎŞê hatiye guhertin jiber hindê pêwîste bi awayekî berdewam hevkarî û alîkariya pêşmerge bê kirin û zêdetir hevahengî di navbera hêzên hevpeyman, herêma Kurdistanê û Îraqê de hebe.Di civînê de, serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, wezîrê navxwe, wezîrê karûberên pêşmerge, berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û peyvdarê hikûmetê amade bûn.Weke tê zanîn, di dawiya vê mehêde wezîfeya Jon Alin bi dawî tê û ji bo xatirxwastinê serdana Helêrê kiribû. 

Back to top button