Di civîna girsehî ya Însiyatifa Yekitiya PDK li Bakur ku li Ruhayê çêbûyî, berpirsê Însîyatifê Ahmet Acar di civînê de axavtine kir  Acar di axavtina xwe de giraniyê dide yekitiya xeta netewî li Bakurê Kurdistanê. EAxavtina Ahmet Acar: Brêzan ,mêvanên hêja xwişk û brayên neteweperwer û pêvendarê çapemeniyê û brêz dîvan.Kurd û kurdistaniyên hêja,neviyên şêx abdulselam Barzani,şêx Said,qadî Mihammed,Şêx Mahmud Berzencî,Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, dr. Nuri DersimîBbediuzzaman Saîdê Kurdî,Mele Mistafa Barzanî, û şehîdên Kurdistanê, hûn tevde bi xêr hatin ser sera û ser çaware hatin.Bi vê minasebetê ez bi navê komîsyona Însiyatifa Yekîtîye Partiya Demokrat a Kurdistan a Bakur silav û rêzên xwe ji we hemûya re pêşkêş dikim. Em gelek spasîye xwe ji bo komiteya me ya Ruhayê dikin ku ev civîne bi qimet amadeyê me kirine.Brayên ezîz xwişkên hêjaWeke tê zanîn û ev civîna me ya li ser navê insiyatîfa yekîtîya Partî Demokrat a Kurdistana li Bakur ku em bi alîgirên xeta netewî û demokrat û bi teybetî Rêbaza BARZANÎ bi rûhek kurd û Kurdistanî xabatek lezgînî bi rêk û pêk li hevkirî, bi şêwirmendîye alîgiran re gûftûgo dikin û danûstandinê sedemên parçêbuna xeta mîllî û demokrat bi giştî nîqaş bikin.Em li her bajarê Kurdistana Bakur civînan bi beşdarvanan re li dar dixin. Ev civîna me ya li Ruhayê jî ku bi va beşdarên hêja re livir em hatin ba hevdû li ser pêwîstîya yekîtîya xeta netew û demokrat û rêbaza barzanî’ye.Di demên dawîn de xabatên însiyatÎfa Yekîtiya PDK li Bakur bi teybetî ji alîgirên Partî Demokrata Kurdistanê û bi giştî lêgerîne yekîtîyê ya di çarçoveya netewî û demokrat’da,di nawa raya giştî ya kurdistanî de gihîştiye encamekê.Her roj piştgiriya insîyatîfa yekîtiya Partî Demokrat a Kurdistan li Bakur xurttir dibe, piştgirîya wê ji alî gel ve bi piştgirîyek dilsozî û erênî ve tê kirin.Em ji ve beşdarên hêja yê bi hasreta azad buna kurd û kurdistanê dixwazin ku em bi hevre mûdaxeleyî vê rojeva go bi sîstematîk ji berjewendiyê milletê kurd û kurdistanê, dûr û têne lÎstin em bi yekîtî û yekrêziyê beravajî bikin û serû bin bikin.Ev hezar salin ku dijminên dagirker û nejadperestên tirk, ereb û ecem hatin xencere xwe li navenda dilê kurdistanê xistin û kurdistan parça kirin .ji wê rojêde ye,Li kurdistanê xwîn hîn jî diherikê.Êş û janên îro li kurdistanê tên jiyîn,ne bi tene êş û janên îro ne.Ev êş û jan hemû encamên,îhmalên,îxanetên diho ne.Ji hevketinên diho ne,û têkçûyînên diho ne.Heger em midaxeleyî vê pêvajoya wan ji hevketinên xeta netew û demokrat nekin ewê sibê heman encam dîsa me dorpêç bikin û di rojeva îro da nirxên kurd û kurdistanî ber bi aloziyek mezin ve diçin.Ji ber sedemên ji hevketi û parça buna xeta netew û parça buna parti demokrata kurdistan li bakur me 10.01.2015 li midyadê civînek bi 120 siyasetmedarên kurd ji ber têkçûyînê diho û îro me nîqaşkirineke dilsozane pêk anî.Xabata me bi civîna piştgirîyên insîyatifê bi alîgiran re berdewam kir.piştî civîna me ya midyadê li merdin bi 500-600 hasretkêşên yekîtiye xeta netew û demokrat û rêbaza barzanî berdewam kir.Piştre li batmanê civîna me girseyî ji alîyên alîgiran ve hate li darxistin û piştgiriye xwe bi dilsozane diyar kirin.Komisyona insiyatîfa yektîyê xabata xwe piralî berdewam dike û ji ber piştgirî û pêwîstîya yekîtiyê îro jî em li bajarê ruhayê bi we beşdarên hêja kû li vir kom bûne.Her dîtin û fikrê va beşdaran ewê riya me ronî bikê ji mere qêdrbilind be.Em carek din li vir bangî grup, tevger,rêxistinên kurd û kurdistanî yê xwê li ser rêbaza barzanî dibinin verin em bibin yek bi hevre êş û janên xwe parve bikin.Bi hevre partiyek bi hêz ku bibê bersive armanca kurd û kurdistanî awa bikin.Em berê xwe ji yê ku kurdistanê aloz dikin û yê ku xeta netew û demokrat parça dikin bi gûherînin.Ez dixwazim li ser navê însiyatîfa yekîtiyê bi piştgiriye helvesta serokê devleta federe a kurdistana başûr rêzdar Mesud Barzanî bi dawî bînim.Bi têkoşîn û tekoşerîya kahramanê nemir general serok mele mistafa barzanî li kurdistanê kû tovê serxwebûnê awêtîye îro di şaxsiyeta serok rêzdar Mesud Barzanî de fêkiyê xwe daye.Bi salan Kurdistan bi xwîna şehîdan û kahramaniya pêşmergan bost bi bost hatiye avdan, îro kurdistan ber bi serxwebûnê we diçê. ewqas sexwebûn bi rêberî û serokatiya Kurd û Kurdistanê ya rêzdar Mesud Barzanî nêzîkî me bûye.Em bi dil û can piştgiriya helwesta serok rêzdar Mesud Barzanî dikin û emê di xizmete helwesta serxwebûnê û ya cenabê serok rêzdar Mesud Barzanî de bin.Bijî serxwebûna kurdistanêBijî Kurd û KurdistanBijî rêbaza kahramanê nemir serok mele mistafa barzaniBijî serokê kurd û kurdistanê rêzdar Mesud BarzanBijî Pêşmergeyê kahra

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: