
Li Îranê 18ê Hezîrana 2021ê hilbijartinên serokkomariyê têne li darxistin.Cigirê serokê parlementoya Îranê yê berê Elî Mutahharî berendamê serokkomariya Îranê ye. Mutahharî, serokê berê yê Amerikayê Trump di kuştina Kasim Silêmanî de berpirs dibîne û da xûyakirin ku, divê Trump bê kuştin.
Di vê derbarê de Mutahharî got: Divê di rewşek halê de qisas hebe. Ez nabêjim bila dewleta Îranê Trump bikuje, mesele kesek ne Îranî, yek Amerîkî dikare vê çalakiyê bike.
Roja 03.01.2020ê de di encama êrîşekî de ji aliyê Amerikayêve hatî kirin, Kasim silêmanî, Ebu Mehdi el-Mühendis û hinek efserên Îranî li Bexdayê hatin kuştin. Trump dabû xûyakirin ku, ewî bi xwe fermana vê kuştinê daye.