Nivîsar

Divê siyaset bi Kurdî bê kirin û Kurd li hebûna xwe xwedî derkevin

Partiyên siyasî û dezgehên sivîl ku, dozê ji bo hilbijartina zimanê Kurdî li malbatên Kurd dikin, gelo ew bi xwe di nava rêxistina xwe de çikas girîngiyê didin zimanê Kurdî?

Dara Bilek

Ji bo xwendevanên kurd dersa zimanê kurdî wek dersa bijare hilbijêrin gelek dezgehên ku ji bo ziman kar dikin û kesayet û heta partiyên siyasî ketin di nava çalakiyekî de û hinek aliyan jî ji  bo dersa zimanê Kurdî bê hilbijartin dest kampanya kirin. Ev karê hatî kirin hemû cihê dilxweşîyekiye û delile ku veca Kurd bi awayekî dixwazin bi zimanê xwe xwedî derkevin.

Mixabin  niha gelek bajarên Kurdistana Bakur, rojane xelk piranî bi zimanê Tirkî diaxêvin. Ev yek bi xwe malxirabiya herî mezin e. Çikas ku xwendina zimanê Kurdî girînbe , karanîna zimanê Kurdî di Jiyana rojane de jî ewqas girîng e. 

Li vê derê gerek behsa hinek tiştan vekirî bê kirin û rexneyên di cih de taybetî li aliyên siyasî bê kirin. Ji sala 2012ê pêve ev biryara ku dersa Kurdî bibe dersa bijare hatiye wergirtin. Gelo hingê helwesta aliyên siyasî  ji bo çi ne wek îro bû? Çi hat guhertin? Eger aliyên siyasî bersiva vê pirsê bidin dê hingê bihayê çalakiyên îro têne kirin bê têgihandin. Lê di wê demê de gelek daxûyaniyên ne di cih de hatin ragihandin.  Li himber hemû astengên dewletê dertêxistan holê, eger ya îro hatî kirin di wê demê de bihata kirin, niha rewş gelek baştirbûya.

Îro ji bilî partî û aliyên Kurd, hinek partiyên Tirk jî pişgiriyek eşkere didin hilbijartina dersa Kurdî. Ev yek jî gavek erêniye û gelekî baş e.

Niha hinek alî dibêjin ku; Armanca me perwerdeya bi zimanê dayikê ye, divê dersa bijarte ya Kurdî bo gihiştina vê armancê ji aliyê hemû Kurdan ve wek pêngava yekem bê hilbijartin.” Platforma Zimanê Kurdî dibêje: “Eger Kurd derfeta dersa bijarte baş bikar bînin dê di siberojê de deriyê perwerdeya bi zimanê dayikê jî vekin. Ev yek raste û gelek tesbitek di cihê xwe de ye. Lê gelo ji bo çi sala 2012ê yan jî 2013ê heman tişt nehat kirin? 

Ji aliyek din ve, herkes dizanê ku, zarok di mala xwe de fêrî zimanê dayîkê dibin. Lê mixabin piraniya zarokê malbata li bakurê Kurdistanê zimanê dayîkê di malên xwe de hîn nebûne û li gel dêwbabên xwe Tirkî kiset dikin. Di vê pirsê de tawanbar kiye? 

Ji aliyek din ve ev partiyên siyasî û dezgehên sivîl dozê ji bo hilbijartina zimanê Kurdî li malbatan dikin, gelo ew bi xwe di nava rêxistina xwe de çikas girîngiyê didin zimanê Kurdî? Gelo partiyên me yên siyasî civînên xwe bi zimanê Kurdî yan bi Tirkî dikin? Gelo  protokolên civîna bi çi zimanî dinivîsînin?

Gelek kesên ku ji beşên din yên Kurdistanê tevlî tevgera PKKê bûne piraniya wan zimanê Tirkî hîn bûne. Lê kesên serkirdeyatiya wan de yên Tirk du xeber Kurdî hîn nebûne. Sirê vê yekê çiye? Gelo ev yek çewe tê nirxandin?

Hînbûn û karanîna ziman ji malê destpê dike. Eger em di mala xwe de li gel zarokên xwe Kurdî ne axêvin,gelo emê çewe ji xelkekî bixwazin zarokên xwe fêrî Kurdî bikin? Gerek her kesek di vê derbarê de xwe berçavre derbas bike. Jiyane te ya rojane li gel malbata te ne bi zimanê te yê dayîkê be, demekî gelek tişt hatine winda kirin.

Bê guman di derbarê zimanê Kurdî de gelek tişt hene ku divê bêne gotin, lê rastî feyde nake û herkes ji bo çi zimanê Kurdî di vê rewşa xirab de ye baş dizane. Lê mixabin gelek kes bi tirsa  behsa rastiya heyî  nake. 

Eger di derbara bi karanîn û fêrbûna zimanê Kurdî de mirov bi durîstî tevbigere,divê ji xwe ve destpê bike.

Ji bo ev çalakiyên ji ber zimanê Kurdî têne kirin serbikeve , divê her kesek ewilê di vê derbarê de xwe û jiyana xwe ya malbatî û rojane ber bi çavre derbas bike û hewl bide zimanê xwe bi kar bîne û bi Kurdî bijî. 

Divê heta ku imkan hebe siyaseta Kurdî bi zimanê Kurdî bê kirin, eger siyaset jî bi kurdî bê kirin dê hingê gelek tişt hesanî tir bibe û rêya fermî bûna zimanê Kurdî di perwerdeyê de jî hesanîtir bê vekirin.

Gelek cara tê gotin ku “ Jiyan bi Kurdî Xweş e” ratse lê divê em hemû pêwistiya vê rastiyê bi cih bînin.

Eger “ziman hebûna gelan ” be gerek em li hebûna xwe xwedî derkevin…

27.01.2022

Back to top button