Divê PYD ji xewnên „Neteweyên Demokrat“ hişyar bibe
Siyasetmedar û nivîskarê kurd Cankurd bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje:Lê gava rast ev sîwana parastinî ji Kurdan re nemîne, wê rewşa gelê me li Cezîrê, wek li Kobanî û li Efrînê wêrantir bibe.
Rojevakurd : Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?
Cankurd: Rewşa rojavayê Kurdistanê ne wilo baş e, ku mirov bibêje derfet ketiye destê me. Hêza ji tevan xortir di vî parçeyî de tew hebûna destkeftiyeke neteweyî ji gelê Kurd re naxwaze, di nav 10-11 axazên PYD de ji deselata Sûrî peyva (Kurd) nîne, ne wekî netewe û ne jî bi nexşe û al.
Dibe ku „derfet“ e ji ber hebûna hêzên hevpeyman li herêmê, lê gava leşkerê USA ji rojhilatê Ferêt vekişe, wê rewşa PYD jî lawaz bibe û wê kes nikanibe çi serkeftinê bi dest xîne. Lê belê gava PYD ji sewda serê xwe dakeve, ji xewnên „Neteweyên Demokrat“ hişyar bibe û bercewendiya gelê Kurd bide ser her bercewendiyeke dî, û ENKS jî ji hembêza Türkiyê derkeve, li gel hev danîşin û pilaneke zelal bidin ber xwe, hîngê wê ev rewş rast bibe derfeteke hêja ji destkeftineke kurdî re. Ez dibêjim: Rewş nebaş e, ji ber ku bajêrê Kobanî hatiye herifandin, bêhêzkirin û hejarkirin û herêma Çiyayê Kurdan, ku Türk jê re (Kurd-dax) dibêjin di guhartineke .
Dêmokgrafî ya gelek nebaş de ye, Ereb û Türkmen bi darê zorê Kurdan ji nav mal û dêrînên wan davêjin, her roj kuştin û talan e, li ber çavên leşkerê Türkan, gelê me li wir roj bi roj kêmtir dibe û kesek alîkariya Kurdaxiyan nake. Van herdu herêm Kobanî û Efrîn taybetiya xwe ya neteweyî winda dikin.
Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?
Vê subeya Innê, min di malpereke Almanî de xwend, ku leşkerê USA ji rojhilata Ferêt bi tevayî venakişe, wekî tê xuyakirin, Donald Trump nema biryara xwe bi cîh tîne, ne tenê li Waşington dij bi wê biryarê hembervanên hêzdar hene, li Welatên EU jî gelek hêz û deselat li hemberê wê yekê ne, ku Kurd bê sîwaneke navneteweyî bimînin, ji ber ku Europî naxwazin, ku bi milyonan Kurd koçber bibin û tev bên welatên wan.
Lê gava rast ev sîwana parastinî ji Kurdan re nemîne, wê rewşa gelê me li Cezîrê, wek li Kobanî û li Efrînê wêrantir bibe. Di dema Georg W. Buş de projeyekî dewletkirina Kurdan hebû, nexşeya wê dewletê başûr û rojavayê Kurdistanê, heta Zireyê Sipî yê Navîn bû, lê ew neçû serî.
Kêşe ewe ku rewşa Sûriyê wilo nemîne û rêjîma malbata Esed herêma rojhilatê Ferêt bi harîkariya PYD û Urisan bistîne, eve jî wê tevgera neteweyî ya gelê Kurd, paş ku ENKS kete bin basikên Türkan bipelixîne an şerpeze bike. Lê gava hembervaniya Erebî, ya ku di bin destê Ixwan Musilmîn de ye, bi harîkariya Türkan herêmê bistîne, wê dawiya hebûna rojavayê Kurdistanê be, ji ber ku ewana Kurdan wekî peyrewên rêjîma Esed dijmêrin.
ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?
Oldar dibêjin: Xwedê me îslah bike. Herdu alî di çewtiyê de ne. ENKS, ku tê de rast Kurdin niştperwer hene, baş dizane, ku hembervaniya Sûrî di hembêza Erdogan de ye, helwêsta wî jî li ser rojavayê Kurdistanê pir zelal e.
Ev têkiliya bi hembervaniyeke wilo re, ya ku serekêd wê hergav dev davêjin gelê Kurd û çi mafên neteweyî ji gelê me re napejirînin û nijadperestiya xwe li hember têkoşîna kurdî tînin zimên, wê çi mifayê bo Kurdan bînin?
Ji alî dî ve, ne piraniya dijmin û neyarên gelê me li Sûriyê bêtir har bûn, gava PYD-PKK projeya „Xêza Sêyemîn“ di navbera rêjîm û şorişa gelê Sûrî de kişand? PYD-PKK ku xwe wekî hêzeke şorişgêr dide xuyakirin bûye peyrewê rêjîmeke xwînrêj û wêrankar, ku bobelateke gelek mezin li welatê xwe pêda kiriye. Ji herdu hêzan, ENKS û PYD tê xwestin: Ji va ramiyariya çewt vegerin, li gel hevdu danişin, li gor peymanên Hewlêr û Dihok, ku di saya serok Barzanî de hatibûn pejirandin, mil bi mil bixebitin an jî wê di dîrokê de wekî xiyanetkarên gelê Kurd bên riswakirin.
Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin.
Bêguman ne ji hêzên navneteweyî ba, niha wê leşkerê Türkan rojhilatê Ferat dagir bikira, Tirsa Türkan ewe, ku leşkerê USA lêdaneke giran û tund li wan bide. Ji aliyekî dî ve mijara kurdî li rojavayê Kurdistanê bi hatina hêzên navneteweyî re hate cîhanîkirin, nema wek mijareke Sûrî dimîne.
Rûsiya ji aliyê xwe ve dixwaze bi rêya Kurdên me li Sûriyê destê xwe di nav teviya Kurdistanê de dirêjtir bike. Ev rewşa Kurdan di dema komara Kurdistan de, sala 1946ê tîne bîra mirov, lê wekî diyar dibe, rêberiya kurdî, ku niha van partiyên tabelav in, baş tênagihînin vê yekê. Li hemî cîhanê mirov li ser rewşa rojavayê Kurdistanê dipeyivin, mixabin hin Kurd hene bi xwe newêrin (Rojavayê Kurdistanê) bi nav bikin, eve jî ziyaneke mezin digihîne gelê me.
Bê guman berhevhatina partiyên kurdî, hildana alaya Kurdistan, avakirina bereyeke berxwedana gelêrî, piştvaniya xûşk û birayan li teviya Kurdistanê û bilindkirina dengê gelê me li derveyî welêt wê mijara me ya dadmend li rojavayê Kurdistanê ji mijara Filistînê navneteweyîtir bike.