Polîtîk

Divê PKK ji navçeyê sînorî derkeve

Fermandarê Hêzên Pasevanî yên Ser Sînorê Herêma Kurdistanê, ku ser bi Hikûmeta Iraqê ve ye, ragihand ku ji ber PKKê 400 gundên ser sînor li Herêma Kurdistanê vala bûne û pêwîst e PKK ji wan navçeyan derkeve ji ber ku ziyanê dighîne Herêma Kurdistanê.

Lîwa Şêrgo Zengene Fermandarê Hêzên Pasevanî yên Ser Sînorê Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Tirkiye berdewam e li ser operasyonên xwe li dijî navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û em wek Hikûmeta Iraqê jî agahdar in ji wan êrîşan û em dizanin ku ziyan dighê navçeyê.”

Zengene wiha got: “Her ku ew navçe tê bombebarankirin ziyaneke mezin dighê zevî û baxên xelkê wan navçeyan û xelk koçber dibin. Lewma jî pêwîst e êdî xelk nebin qurbanî û nabe xelkên sivîl ên Herêma Kurdistanê bibin qurbanî û nabe rewş wiha berdewam be.”

Wî fermandarî wiha domand: “Eger PKK ji wan navçeyan dernekeve dê topbaran û bombebaran berdewam bin û pêwêst e PKK ji wan navçeyan derkeve. Heya niha 400 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne ji ber PKKê. Çekdarên wê diçin nava gundan û Tirkiye jî wan gundan didin û xelkê sivîl jî dibin qurbanî.”

Back to top button